Li Helebê werşeyek xebatê bi navnîşan “Aloziya Sûriyê û bandorên wê li ser jinan”

Nivîsgeha Jinan a MSD`ê şaxê Helebê, werşeyeke xebatê bi navnîşan “Aloziya Sûriyê û bandorên wê li ser jinan” li dar xist û tê de bandora aloziyê li ser pêşeroja jinan li Sûriyê, rêbazên sekna li hember hemû astengiyên civakî, siyasî û aborî nîqaş kirin.

Li Helebê werşeyek xebatê bi navnîşan “Aloziya Sûriyê û bandorên wê li ser jinan”
Li Helebê werşeyek xebatê bi navnîşan “Aloziya Sûriyê û bandorên wê li ser jinan”
Li Helebê werşeyek xebatê bi navnîşan “Aloziya Sûriyê û bandorên wê li ser jinan”
Li Helebê werşeyek xebatê bi navnîşan “Aloziya Sûriyê û bandorên wê li ser jinan”
Li Helebê werşeyek xebatê bi navnîşan “Aloziya Sûriyê û bandorên wê li ser jinan”
4 hezîran, 2022   14:21
 HELEB

Di nav hewldanên ji bo piştgiriya jinên Sûriyê de da ku xwe nas bikin, li hember astengî û zehmetiyên bi aloziya Sûriyê re derketine bisekinin, Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) werşeyeke xebatê li hola civînan a meclisê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar xist.

Werşe bi navnîşan “Aloziya Sûriyê û bandorên wê li ser jinan” li dar ket. Tê de bi dehan jin, nûnerên rêxistinên jinan û tevgerên jinan ên Sûriyê beşdar bûn.

Endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a MSD`ê şaxê Helebê Necla Hemze werşeya kar birêve bir.

`BÊ JIN CIVAKA DEMOKRATÎK PÊK NAYÊ`

Necla di destpêkê de behsa rol û cihê jinan di dîrokê de kir û got: “Jinên Sûriyê bingeha civakê bûn. Bê jin civaka demokratîk pêk nayê. Jin bi mêr re her tişt parve dike û piştgiriya wî dike. Dema em dibêjin jin, em behsa jiyanê û azadiyê dikin.”

Her wiha Necla îşaret bi zehmetiyên li hember jinan ku bi destpêkirina aloziyê re derketine kir û got: “Ji ber aloziyê û dagirkirina herêmê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, jin koçber bûn, hat kuştin, revandin û êşkence lê hat kirin. Armanca van sûcan jî, têkbirina vîna jinan e. Şer û tevliheviyê li herêmên Sûriyê, bi awayekî neyînî li ser astên derûnî, civakî, aborî, tenduristî û siyasî bandor li jinan kir.”

`JIN LI SER HEMÛ ASTAN ZEHMETIYAN DIKIŞÎNE`

Di vê mijarê de endama Nivîsgeha Jinan a MSD`ê, Cîhan Mihemed behsa aliyê siyasî kir û got : “Hemû qanûn û destûrên hatine dayîn, jinan însaf nakin. Tevlêkirina jinan di çêkirina biryarê de şermûk e. Pergal û desthildarî li gelek herêman tundî li dijî jinan bi kar tînin, wê ji tevlêbûnê û dayîna nêrînê bi hicetên cuda bê par dihêlin.”

Endama Navenda Lêkolînan a Jinelojî Rojiyan Hisên balkişand ser qada perwerdeyê û wiha axivî: “Ji ber koçberiyê, topbaranê û xizaniyê perwerdehî paşde çû. Zarok neçûn dibistanan, keç bi taybet ji perwerdeyê bê par hatin hiştin û di temenên biçûk de hatin zewicandin.”

Di vê mijarê de jî seroka MSD`ê şaxê Helebê Xalîde Ebdo behsa bandorên derûnî yên aloziyê li ser jinan kir û got: “Zordarî, zulm û zexta derûnî  ya ji ber aloziyan, bû sedem ku bûyerên xwekuştinê, sûc û berdan zêde bibin. Rewşa civakî û aborî bandor li derûniya jinan kir.” 

`BIDAWÎKIRINA AZARÊN JINAN BI BIDAWÎKIRINA ALOZIYÊ VE GIRÊDAYÎ YE`

Nêrîna endama MSD`ê Nexem Receb li ser vê mijarê wiha bû: “Aloziya aborî û bihabûn, welatî bê zar kir. Bi taybet jinan. Pêdivî û berpirsyarî li gel bihabûna lêçûna jiyanê zêde bûn. Ev yek jî dibe sedem ku tundî pêk were, pê re asta bêkariyê zêde bibe.”

Beşdarên mijarên werşeyê bi hev re nîqaş kirin da ku çareseriyên guncew ji pirsgirêkên navborî re bibînin. Di dawiyê de li ser vê rêgezê li hev kir; “beyî dîtine çareyeke giştî bo aloziya Sûriyê bi rêya diyalogê û avakirina Sûriyekeye demokratîk, pirrengî û nenavendî, azarên jinan bi dawî nabin.”

(şx)

ANHA