Meclisa Rûspiyan: Em êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên me yên ewle şermezar dikin

Meclisa Rûspiyan a Herêma Rojhilat bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê li Başûrê Kurdistanê şermezar kirin. Her wiha bang li NY, Meclisa Ewlehiyê û rêxistinên mafên mirovan kir ku destwerdanê bikin û van sûcên dermirovî rawestînin.

Meclisa Rûspiyan: Em êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên me yên ewle şermezar dikin
4 hezîran, 2022   13:41
DÊRIK

Meclisê daxuyanî li pêşiya navenda xwe ya li Dêrikê da. Endamên meclisê tev li xwendina daxuyaniyê bû. Her wiha berdevkê meclisê şêx Sînan Seydoş daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de meclisê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmê dike ku bi xwe herêmeke ewle û aram e û ji ber wê gelek şêniyên herêmên Sûriyê û heta dewletên cîran berê xwe didin herêmê ku şêniyên wê bi xwîn û hevgirtina xwe ew parast.

Her wiha meclisê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirin û veguherandin ciheke ewle ji bo çeteyan ku li dijî pêkhateyên din ên Kurd û Ereb bi kar bîne.

Meclisê daxuyand ku dewleta Tirk sûd ji aloziyên navneteweyî girt da ku projeya xwe ya nijadperest pêk bîne û fîtneyê di navbera gelan de belav bike.

Di dawiyê de meclisê got: “Em êrişên li dijî herêmên me yên ewle û çiyayên me yên aram şermezar dikin. Em bang li NY, Meclisa Ewlehiyê û rêxistinên mafên mirovan dikin ku destwerdanê bikin û mîna van sûcên dermirovî rawestînin.”

(şx)

ANHA