​​​​​​​Bi wêne û dîmen asta wêrankirina gundên kantona Şehbayê

Ajansa me bi wêne û dîmen wêraniya ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li gundên Um Qura û Um Hoş ên kantona Şehbayê belge kir.

​​​​​​​Bi wêne û dîmen asta wêrankirina gundên kantona Şehbayê
4 hezîran, 2022   12:56
ŞEHBA-CÛDÎ SÎPAN

Ji duh bi şev ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Um Hoş û Um Qura û Herbel, her wiha derdora gundê Til Qirah û navçeya Ehdas ên kantona Şehbayê topbaran dike.

Di encama topbarana wan gundan de, welatiyê bi navê Yûnis Dawûd (33) birîndar bû, ji ber birînên wî yên giran ew rakirin Nexweşxaneya Avrîn û ji wir ew birin nexweşxaneyeke bajarê Helebê. Li gorî bijîşkên Nexweşxaneya Avrîn rewşa wî ne baş e.

Di encama topbaranê de her wiha ziyan di mal û milkên welatiyan de çêbûn û ziyan gihaşt erebeya Yûnis Dawûd û beşeke mala wî hilweşiya.

Nêzî 5 top li derdora mala koçberê bi navê Omer Şerîf ketin, ji ber wê neçar ma mala xwe biterikîne.

Têkildarî mijarê, diya Yûnis Dawûd, Henîfe Îbrahîm axivî û got artêşa Tirk a dagirker duh bi şev bi dehan topan gundê Um Qura topbaran kir. Henîfe anî ziman ku artêşa Tirk a dagirker bi 2 topban mala wan kir armanc, di encamê de kurê wê Yûnis birîndar bû û ziyan gihaşt erebe û mala wan.

Henîfe Îbrahîm diyar kir ku kurê wê 2 saetan di emeliyetê de maye, lê rewşa wî ne baş e, ji ber vê yekê ew rakirin nexweşxaneyeke bajarê Helebê.

Welatiyê bi navê Omer Şerîf jî axivî û got ji beriya çend rojan ve artêşa Tirk a dagirker derdora gund û malên wan bi dijwarî topbaran dike û bi wê re armanc dike niştecihan bide koçberkirin û gund vala bike.

Şerîf da zanîn ku ji ber topbarana artêşa Tirk a dadgirker ji dema ji Efrînê ber bi kantona Şehbayê ve koçber bûne, di nava xetereyeke mezin de ne. Şerîf destnîşan kir ku bi şev diçin cihên ewle û bi roj vedigerin malên xwe.

Ajansa me bi wêne û dîmen asta wêraniya li gundên Um El-Qura û Um El-Hoş belge kir.

(eh)

ANHA