​​​​​​​Rûspiyên eşîrên Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker banga serhildanê kir

Rûspiyên eşîrên herêma Efrînê bi daxuyaniyekê bang li tevahiya eşîr û kesên birûmet ên li herêmên dagirkirî kir ku li dijî artêşa Tirk bisekinin, her wiha li dijî siyaseta guhartina demografiyê û tirkkirinê têkoşînê xurttir bikin.

​​​​​​​Rûspiyên eşîrên Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker banga serhildanê kir
4 hezîran, 2022   11:45
ŞEHBA

Şêx û rûspiyên eşîrên Ereb û Kurdan ên herêma Efrînê li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmê, daxuyaniyek da.

Şêx û rûspî Ii pêşiya Navenda Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyê ya navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê kom bûn û rûspî Ekrem Bekir daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de bang li hemû eşîr û kesên birûmet ên li Sûriyê hate kirin ku li dijî kiryarên artêşa Tirk a dagirker bisekinin û wiha hate gotin: "Ev êriş bi armanca dagirkirina rûbereke din ji xaka me û derxistina fitneyan e."

Di berdewama daxuyaniyê de li dijî kiryarên guhartina demografiyê û siyaseta tirkkirinê ya AKP`ê li Sûriyê dide meşandin, banga piştgiriya eşîrên herêma Efrînê hate kirin.

Her wiha bang li aliyên peywendîdar û dewletên garantor hate kirin ku li dijî sûcên artêşa Tirk a dagirker bi erka xwe rabin û gelên herêmê jî yekitiya xwe ava bikin.

(eh)

ANHA