Hemleya çavdêriyê ya Şaredariya Qamişloyê dest pê kir

Şaredariya Gel a Qamişloyê bi tevkariya Komîteya Şaredariyan û Jîngehê, Desteya Tenduristiyê û meclisa Qamişloyê ji bo çavdêriya li ser paqijiya cihên xwarinê dest bi hemleyekê kir. Li gorî Şaredariya Gel dê ev hemle domdar be.

Hemleya çavdêriyê ya Şaredariya Qamişloyê dest pê kir
4 hezîran, 2022   11:03
QAMIŞLO

Şaredariya Gel a Qamişloyê bi tevkariya Komîteya Şaredariyan û Jîngehê ya Kantona Qamişloyê, Desteya Tenduristiyê û meclisa bajarê Qamişloyê dest bi hemleya çavdêriya li ser paqijiyê li xwaringeh, firin, dikanên şîraniyê, qesabxane, nexweşxane, klînîkên bijîşkan, kargeh û cihên avjeniyê kir.

Komîteya çavdêriyê vê sibehê berê xwe da xwaringehên Qamişloyê. Dê di rojên bê de dest bi deverên din ên navborî bikin.

Têkildarî hemleyê hevserokê Şaredariya Gel a Qamişloyê Besam Qaso têkildarî hemleyê got: “Deverên ku di hemleyê de çavdêriyê lê bê kirin, pêwîstiya wan bi hişyarkirinê heye.”

Li ser bernameya hemleyê Qaso got: “Beriya destpêkirina hemleyê me belavokên têkildarî paqijiyê li kolanan belav kirin. Dê 3 komîte li Qamişloyê hemleyê bi rê ve bibin. Hemle dê 7 rojan dewam bike, lê ew ê çavdêriya giştî domdar be. Ew komîte dê hin perspektîfan bidin deverên ku me diyar kirine da ku bêhtir li gorî pîvanên tenduristiyê bixebitin.”

Besam Qaso da zanîn ku divê karkerên li cihên têkildarî xwarinê kar dikin, kincên paqij, lepik û maskan bi kar bînin da ku nexweşî di nava welatiyan de çênebe û got: “Pêwîst e paqijiya van deveran ne tenê rojane be, divê di her saetê de cih bên paqijkirin.”

Girêdayî mijara cezakirina kesên ku ne li gorî şert û mercên tenduristiyê kar bikin, Qaso got: “Destpêkê hişyarkirin e, piştre cezayê pere dixwe.” û da zanîn ku ceza digihêje asta mohrkirina dikanan.

Welatiyê bi navê Hisên Ehmed jî li ser hemleya çavdêriyê da xuyakirin ku hemle baş e û got: “Dikandar dûrî paqijiyê dikevin, pêwîstî bi hemleyeke bi vî awayî heye. Welatiyên ku li gorî pîvanên paqijiyê nameşin, divê rastî cezayê pereyan werin.”

(sb)

ANHA