Li herêmên dagirkirî banga xwepêşandanên nû li dijî dagirkeriyê tê kirin

Çavkaniyên ji herêmên dagirkirî ragihand ku bangewaziyên derketina li dijî siyasetên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî, tên kirin. Li wan herêman, artêşa Tirk a dagirker seferber bûye, rê girtine û çûn û hatin qedexe kiriye.

Li herêmên dagirkirî banga xwepêşandanên nû li dijî dagirkeriyê tê kirin
4 hezîran, 2022   11:47
ŞEHBA

Çavkaniyan diyar kir ku li navenda bajarê Efrînê û navçeya Cindirêsê şênî xwe amede dikin da ku li dijî siyasetên dewleta Tirk derkevin xwepêşandanan û bixwazin ku ew ji xaka Sûriye derkeve.

Hêzên taybet ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker duh (înê) gule berdan xwepêşandêran ên ku li dijî siyasetên dagirkeriyê li herêmên bakurê Sûriyê yên dagirkirî derketibûn, di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

Li Babê û heta kantona Efrînê û navçeyên wê yên dagirkirî rewş tevlihev e, piştî xwepêşandanên li dijî dagirkeriyê, artêşa Tirk a dagirker seferbr bûye.

(dm)

ANHA