Saziyên Dêrazorê: Êrişên dagirkeriya Tirk binpêkirina mafên mirovan e

Endamên saziyên sivîl ên rojhilatê Dêrazorê da zanîn ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê binpêkirina mafên mirovan e, her wiha berxwedana gerîla silav kir.

Saziyên Dêrazorê: Êrişên dagirkeriya Tirk binpêkirina mafên mirovan e
4 hezîran, 2022   06:48
DÊRAZOR - FATME EL-EBID

Ji 17’ê Nîsana borî ve dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê êrişên qirkirinê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û HPG’ê pêk tînin. Bi vê yekê serweriya Iraqê, hemû mîsaq û qanên navneteweyî yên rêzdariya ji dewletên cîran re binpê dikin.

Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe berxwedana ku gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê dimeşînin, silav kir.

Der barê mijarê de, serokê Meclisa Rojhilatê Dêrazorê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Mihemed El-Zayid axivî û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker di şikandina berxwedana gel a bi armanca bidestxistina azadî û rûmetê de hemû rêbazan pêk tîne. Ji ber ku ew berxwedan li hember hewldanên dewleta Tirk e ku herêman dagir bike, aboriyê derbe bike û Osmaniya Nû ferz bike.”

El-Zayid diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya êriş û binpêkirinên xwe û bi hevkariya PDK’ê hewl dide baweriyên wan gelan îmha bikin, qir bikin, nasname û çanda wan biçewisînin.

Têkildarî hedefgirtina wan pêkhateyan ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve El-Zayid wiha pê de çû: "Şerê dewleta Tirk a dagirker li hember wan pêkhateyan, nîşaneya tirsa wê ji gelên hevgirtî û xwediyên maf e. Ji ber ew yek li hember planên wê yên mêtingeriyê astengî ne."

El-Zayid destnîşan kir ku ew berxwedan ne tenê li eniyeke diyar an jî ji bo parastina mezhebekê ye, lê ji bo pêkanîna ewlehî û aştiyê li herêmê bi hemû şêweyên wê ye, da ku pêkhateyên herêmê azadî û jiyana hevbeş bistînin.

El-Zayid di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê li dijî her êrişekê ku hewl bide nakokiyan di navbera pêhateyên herêmê de ku bi saya fedakariyên şehîdan hatine rizgarkirin, bisekinin.”

Endama rêveber a Nivîsgeha Kombûna Jinên Zenûbiya li bajarê Hecînê Sîba El-Delî wiha got: "Em îro, jinên tevahî herêmê bi hemû pêkhateyên wê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê red dikin ku di radeya yekemîn de jin tên hedefgirtin."

Sîba El-Delî wiha domand: “Êrişên dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê qanûn û mafên mirovan binpê dikin. Bêdengiya navneteweyî asta wan binpêkirin û komploya li dijî wan gelên ji bo aştiya herêmê li ber xwe didin, nîşan dide.”

Sîba El-Delî da zanîn ku çi qas binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li dijî wan gelan zêde bibin, vîna wan naşikîne û radestî siyasetên dewleta Tirk nabin.

Sîba El-Delî di dawiyê de bang li civata navneteweyî kir ku helwesta xwe der barê van sûcan de nîşan bide, ji ber dewleta Tirk hewl dide gelên herêmê qir bike.

(fr)

ANHA