Li rojavayê Til Temirê 6 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn

Di topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser gundê Um Kêf ê rojavayê navçeya Til Temirê de 6 endamên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Li rojavayê Til Temirê 6 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn
4 hezîran, 2022   07:07
HESEKÊ

Nûçegihanê me ragihand ku di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker de ya ji vê berbangê de bi dijwarî li ser gundê Um Kêf yê rojavayê Til Temirê pêk tê, 6 endamên hêzên parastina sînor ên girêdayî hikumeta Şamê birîndar bûn

Li gorî agahiyên nûçegihanê me bi dest xistine, navên leşkerên hikumeta Şamê yên birîndar bûne wiha ne; Mihemed Omer El-Omer, Usama Mehmûd Cermanî, Zûlfeqar El-Seyd, Mihemed Berzan, Elî Emûrî Kenan û Zahir Kezexistiyê.

Birîndar rakirine Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a li navçeya Til Temirê.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Um Kêf bi nêzî 100 moşekan topbaran kir, di encamê de zirar di milkên welatiyan û tora kehrebeyê de çêbû û kehrebe ji ser navçeya Til Temirê qut bû.

(cx)

ANHA