Şêniyên Til Rifetê: Em ê li hember dagirkeriya Tirk bisekinin

Şêniyên navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê gotin wê berxwedanê li hember êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bidomînin. Her wiha diyar kirin ku êdî siyasetên dewleta Tirk a dagirker û niyetên wê yên mêtîngeriyê baş nas kirine.

Şêniyên Til Rifetê: Em ê li hember dagirkeriya Tirk bisekinin
4 hezîran, 2022   06:39
ŞEHBA-CÛDÎ SÎPAN

Ji Gulanê ve serokkomarê Tirk Erdogan bi rêya çapemeniya xwe gefa dagirkirina navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê, Minbicê û gelek herêmên din dixwe.

Di vê dawiyê de asta êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên Şehbayê zêde kirin, bi çekên giran, balafirên bêmiron ên biçek û xwekuj herêmê dike hedef, bi taybet ku piştî ku dewleta Tirk ragihand ku ew ê êrişî herêmê bike da ku herêmên din dagir bike.

Şêniyên Til Rifet û MInbicê bi teqezkirina berxwedanê li hember êrişên dagirkeriya Tirk bersiva gefên wê dan.

Şêniya bi navê Emîn Mihemed destpêkê îdiayên Erdogan ku dibêje ew ê herêmeke ewle bi kûrahiya 30 kîlometreyan li seranserî sînorên Sûriyê ava bike derewandin û got: “Ev herêmê ji xwe aram e. Ji ber ku ne dagirkeriya Tirk û ne jî çeteyên terorîst lê tune ne.”

Emîne wiha berdewam kir: “Ger em hinekî paşde vegerin, em ê bibînin ku îdiayên Erdogan ne rast in. Dema Efrîn qaşo bi navê Şaxê Zeytûnê dagir kir, tiştek li ser hev nehişt. Wêran kir, talan kir, koçber kir û destavêtin jinan. Çawa em dikarin vê dagirkeriyê li ser Şehbayê qebûl bikin? Em vê bi carekê qebûl nakin. Em nahêlin dagirkeriya Tirk derbas axa me be.”

Emîne bang li civata navneteweyî kir ku bilez bixebitin, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şehba û Til Rifetê rawestînin.

`JINÊN EREB DÊ LI HEMBER HEMÛ CUREYÊN DAGIRKIRINÊ BISEKININ`

Emîne Mihemed di dawiyê de got: “Em jinên Ereb ên li navçeya Til Rifetê dê li hember hemû cureyên destwerdanê û dewleta Tirk bisekinin em nahêlin ew derbasî herêmên me bibe.”

Her wiha welatiyê bi navê Ehmed Omer gefên dewleta Tirk a dagirker ji bo dagirkirina navçeya Til Rifetê û herêmên din ên Sûriyê şermezar kir û got: “Em dagirkeriyê bi hemû cureyên wê red dikin. Kurd, Ereb ên koçber û şêniyên resen bi xwe axa ve girêdayî ne û nahêlin dagirkeriyî derbasî wê bibe.”

`EM PLANÊN DAGIRKERIYA TIRK BAŞ NAS DIKIN`

Omer balkişand ser niyetên mêtinger ên dewleta Tirk li herêmê û got: “Em rastiya dewleta Tirk û niyetên wê yên mêtingeriyê li herêmê nas dikin. Ew dixwaze timayên pêşiyên xwe yên osmanî di dagirkirina herêmê de ji Deryaya Spî li rojava bigire heta bigihêje Muslê li rojhilat.”

Her wiha Omer daxuyand ku herêmên Şehba di nav de Til Rifet ji zêdetirî 4 salan ve rastî topbarana dewletaTirk a dagirker tê û wiha domand: “Gelek welatî di encama wan êrişan de jiyana xwe ji dest dane. Ev yek li ber çavên hêzên Rûsyayê ku qaşo li herêmê hêzeke garantor e pêk tê.”

Welatiya bi navê Fatima Ehmed jî, nerazîbûna xwe li hember êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker û destwerdana hêzên biyanî di Sûriyê de nîşan da û got: “Pêwîstiya gelê Sûriyê ji her demê bêtir bi çareseriyeke aştiyane heye.”

Fatima diyar kir ku hêzên biyanî yên li ser axa Sûriyê ne, Sûriye kirine qada tasfiyekirina hesab û pêkanîna berjewendiyên xwe, vê yekê li ser hesabê gelê Sûriyê dikin.

`ÇARESERÎ DÊ BI DIYALOGÊ PÊK WERE`

Der barê çareserkirina aloziya Sûriyê de Fatima got: “Çareserî tenê bi rêya diyaloga sûrî-sûrî pêk tê. Hêzên dagirker wê rojekê teqez biçin.”

Têkildarî gefên Erdogan, Fatima ev anî ziman: “Erdogan û siyasetên welatê wî, hewldanên derxistina tevliheviyê di navbera hemû pêkhateyan de, sedema çaresernekirina aloziya Sûriyê ye.”

(şx)

ANHA