​​​​​​​HPG: 16 leşkerên Tirk hatin cezakirin

HPG’ê ragihand ku di çalakiyên gerîla yên dawîn ên li dijî artêşa Tirk a dagirker de 16 leşker hatine kuştin û 5 leşker jî birîndar bûne.

​​​​​​​HPG: 16 leşkerên Tirk hatin cezakirin
3 hezîran, 2022   12:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê çalakiyên gerîla yên li hember êrişên artêşa Tirk ên dagirker de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Li Avaşîn, Zap û Metînayê berxwedana dîrokî ya hêzên me bênavber didome. Qadên Berxwedanê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker 7 caran bi çekên kîmyewî, 26 caran bi helîkopterên êrişê û bi balefiran hate bomberdûmankirin. Hêzên me ev êrişî pûç kirine û li hemberî êrişan çalakî kirine û derbên giran li dagirkeran dane. Di çalakiya hêzên me de 16 dagirker hatine cezakirin, 5 dagirker hatine birîndarkirin, kamerayeke seriyan û 6 elektrîkên destan hatine desteserkirin.

Agahiyên çalakiyên hêzên me wisa ne

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

Di 2’ê Hezîranê de saet di 15.30’an de bi çekên şexsî li dagirkerên li dora çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Werxelê hatiye xistin, dagirkerek birîndar bûye. Saet di 19.30’an de jî bi taktîka sabotajê li dagirkerên li dora çeperên şer hatine xistin. Li vir dagirkerek hatiye cezakirin û dagirkerek jî birîndar bûye.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê;

Di 2’ê Hezîranê saet di 08.00’an de dagirkeran dema xwestine ber bi çeperên şer ên Şehîd Akîf a li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ve werin, bi çalakiyeke koordîneyê ya gerîlayan li wan hate xistin. Milê yekemîn ê çalakiyê bi çekên otomatîk ên navîn li dagirkeran dan û dagirkerek ceza kirin. Milê duyemîn ê çalakiyê jî bi çekên şexsî û bombeyên destan li dagirkeran dane, 2 dagirker hatine cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûne.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

2’yê Hezîranê saet di 00.30’an de dagirkeran dema hewl dan li Qada Berxwedanê ya Kurokjahro bi cih bibin, bi sûîkastê li wan hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

2’yê Hezîranê saet di 10.00’an de li tunelên şer ên Şehîd Berxwedan a Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn di navbera dagirkeran û hêzên me de şer çêbû, saet di 11.24’an de teqîneke mezin çêbû.

2’yê Hezîranê saet di 15.15’an de dema ku dagirkeran xwestin li Qada Berxwedanê ya Karkerê bi cih bibin, hêzên me yên YJA Starê du caran bi sûîkastê li dagirkeran dan û 2 dagirker ceza kirin.

2’yê Hezîranê saet di 17.30’an de dagirkeran dema ku hewl dan darên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn bibirin, bi çekên otomatîk ên navîn li dagirkeran hate xistin.

3’yê Hezîranê saet di 08.30’an de dagirkeran kûçikek şandine nav çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Karkerê. Kamerayeke seriyan û 6 elektrîkên destan ên li ser kûçik hatine desteserkirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Mereş de li herêma Zapê;

2’ê Hezîranê saet di 12:00’an de dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê ve pêş ve biçin, bi taktîka kemînê hatin gulebarankirin û 3 dagirker hatin cezakirin. Di saet 13.00’an de jî dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer ve bi pêş ve biçin, bi taktîkên sabotajê hatin derbkirin, leşkerek hate cezakirin û leşkerek jî birîndar bû. Di saet 21.00’an de jî dagirkeran bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji herêmê rakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

1’ê Hezîranê saet di 06:08’an de li Girê Şehîd Axîn bi çekên giran êriş li dagirkeran hatiye xistin û herî kêm 3 dagirker hatine cezakirin.

1’ê Hezîranê saet di 05:10’an de li Girê Şehîd Derwêş bi çekên giran li dagirkeran hatiye xistin. Di vê çalakiya hêzên me yên YJA Starê de 2 dagirker hatin cezakirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî û teqemeniyan;

2’yê Hezîranê saet di 14.00’an de çeperên şer ên Şehîd Zemanî yên li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî 3 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin. Li vir çeka kîmyewî ya ku dûmana gewr derdixe hatiye bikaranîn.

2’yê Hezîranê saet di 11.00-11.30’an de çeperên şer ên li Qada Berxwedana Werxelê 4 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker a bi helîkopterên êrişê û balafirên şer;

1’ê Hezîranê saet di 20:10-20:20’an Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn 4 caran bi balafirên şer hatiye bombekirin.

Di 2’ê Hezîranê de qadên Şehîd Şahîn, Kurojahro, Şikefta Birîndara û Karker 9 caran bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

Roja 2’ê Hezîranê ji saet 07:00 heta saet 16:47’an Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 4 caran ji aliyê balafiran ve hatiye bombekirin. Saet 21.00’an li herêmê tevgera helîkopteran pêk hatiye û hêzên me mudaxeleyî helîkopteran kirine. Piştî mudaxeleya hêzên me herêm careke din bi balafiran hate bombekirin.

2’yê Hezîranê saet di 17:10’an de Qada Girê Bahar bi balafirên şer carekê hatiye bombekirin.

3’yê Hezîranê ji saet ji 01:30 heta saet 03:00’an Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 7 caran bi helîkopteran hatiye bombekirin.”