Çeteyên dewleta Tirk êrişî malbatekê li navçeya Cindirêsê kir

Li gorî çavkaniyan ji navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê, çeteyên Firqeya 21`an ên dewleta Tirk a dagirker li malbateke Kurd dane.

Çeteyên dewleta Tirk êrişî malbatekê li navçeya Cindirêsê kir
3 hezîran, 2022   13:56
ŞEHBA

Çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyên Firqeya 21`an a bi serkêşiya çeteyê bi navê Ebû Sedam ê ji çiyayê Zawiye yê gundewarê Idlibê, êrişî malbata Subhî Kekman kiriye ku mala wî nêzî benda kontrolê ya firqeya navborî ye.

Her wiha çavkaniyan da zanîn ku çeteyan gule li malbata Subhî Kekman berandiye û gef lê xwariye ku wan ji malê derxin.

Subhî Kekan ji şêniyên gundê Hemam ê navçeya Cindirêsê ye û ji berê ve li navçeyê dimîne. Ji rojên yekemîn ên dagirkirina kantona Efrînê ve, rastî gef û êrişên çeteyan tê.

(şx)
ANHA