Hejmara 14’an a Kovara Şermola derket

Îro hejmara 14’an a Kovara Şermola ya Wêjeyî û Çandî bi zimanên kurdî û erebî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derket.

Hejmara 14’an a Kovara Şermola derket
3 hezîran, 2022   12:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Dosyaya hejmara nû ya kovarê "Êzîdî û Êzîdiyatî" ye, da ku rasteqîna vê pêkhateya ku li ser dirêjahiya sedsalên berê toşî paşguhkirin û dorpêçkirina rêbazkirî bûye werê eşkerekirin, hem jî erêkirina resenî û kevinahiya ola êzîdî û pê re gel, milet û baweriyên deverê.

Di hejmara 14’an de berhemên bi dehan nivîskar, rewşenbîr û lêkolînerên ji pêkhateyên cuda yên Sûriyeyê, hene. Beşên kovarê ev in: Analîzên hizrî, dosyaya hejmarê, lêkolîn, hevpeyivîn, nirxandina pirtûkan, werger, jin û çand, huner, çîrok, helbest, gotar û raporên wêjeyî.

Hejmara 14’an a kovara Şermola 262 rûpel in, bi kurdî û erebî hatiye çapkirin.

Di civîna damezrîner a kovarê de ku di 24’ê Îlona 2018’an de li Qamişloyê hate avakirin, tê de gelek rewşenbîrên bakurê Sûriyê amade bûn. Tê de biryar hate dayîn ku kovareke wêjeyî û çandî li bakurê Sûriyê bi zimanên erebî û kurdî bi navê Şermola were derxistin.

(fr)

ANHA