Eqîl El-Redînî: Divê hikumeta Iraqê dev ji siyaseta bi Tirkiyê re berde

Endamê Îtîlafa El-Nesir Eqîl El-Redînî got divê hikumeta Iraqê dev ji siyaseta bi dewleta Tirk re berde. Ji ber ku li ser şênî û ewlehiya neteweyî ya Iraqî xetereyê çêdike.

Eqîl El-Redînî: Divê hikumeta Iraqê dev ji siyaseta bi Tirkiyê re berde
3 hezîran, 2022   09:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Eqîl El-Redînî got destwerdana dewleta Tirk li bakurê Iraqê xetereyekê li ser ewlehiya neteweyî ya Iraqê çêdike û serweriya Iraqê binpê dike.

El-Redînî ji Rojnewsê re eşkere kir ku dewleta Tirk bi zêdetirî 200 kîlometre derbasî xaka Iraqê bûye, li kêleka wê jî gelek baregehên leşkerî yên sabît li herêmên Şengal, Mûsil, çiyayên Qendîl, Qesebt û gundên din ava kirin.

El-Redînî diyar kir ku di demên nêz de ji aliyên Iraqê ve li hember destwerdanên dewleta Tirk tu çare tune ne, divê zext ji aliyên qanûnî û dîplomasî ve lê were kirin ku ji welat derkeve.

Eqîl El-Redînî da zanîn ku divê hikumeta Iraqê dev ji gotinên baş ên siyasî bi dewleta Tirk re berde, binpêkirin û bombebarankirinên bênavber ku xetereyê li ser şêniyan çêdikin, paşguh neke.

(fr)