​​​​​​​Rojnamevan Dîcle Muftuoglû hate destgîrkirin

Polîsên dewleta Tirk hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û ji edîtorên Ajansa Mezopotamyayê Dîcle Muftuoglû serê sibehê destgîr kir.

​​​​​​​Rojnamevan Dîcle Muftuoglû hate destgîrkirin
3 hezîran, 2022   09:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsên Tirk sere sibehê bi ser mala Dîcle Muftuoglû ya li Amedê de girt. Li malê lêgerîn hate kirin û piştre bang li Muftuoglû kirin ku îfadeyê bide.

Muftuoglû ji bo îfadeyê çû Midûriyeta Emniyetê ya Amedê û li wir hate destgîrkirin. Li ser sedema destgîrkirina Muftuoglû agahî nehate dayîn.