Wezarata Parastinê ya Rûsya li Okyanosa Hadî tetbîqatên leşkerî pêk anîn

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê li Okyanosa Hadî tedbîqatên leşkerî pêk anî û dê hefteyekê dewam bikin.

Wezarata Parastinê ya Rûsya li Okyanosa Hadî tetbîqatên leşkerî pêk anîn
3 hezîran, 2022   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji 3 heta 10`ê vê mehê ew ê li Okyanosa Hadî û bi çavdêriya serok Admiral Sergey Avakants tedbîqatên leşkerî pêk bînin. Ew ê zêdetirî 40 keştiyên şer û keştiya piştgiriyê û 20 balafir tev lê bibin."

Di berdewama daxuyaniyê de ev hate gotin, "Gelek rahênan û erk pêk hatin ji wan tedbîrên operasyonê da ku herêmên deryaya mayînkirî derbas bikin û tiştên nenormla ku li pêşiya şoreya derayî derkevin hedef bigirin."

Ji keştiyên tev li rahênan bûne keştiya fermandariyê "Marşal Krylov", keştiya "Marshal Shaposhnikov", keştiyên mezin ên dijî noqav , keştiyên biçûk ên dijî noqav, keştiyên mayinkirî, keştiyên moşekan û keştiyên piştgiriyê.

(eh)