​​​​​​​‛Yekane bersivdana li dijî tecrîdê, pêkanîna fikrên rêber Ocalan’

Rewşenbîr û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da zanîn ku siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên ferzkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bi armanca fikir û felsefeya wî ku tevahî doz û nakokiyên li Rojhilata Navîn çareser dikin, belav nebin.

​​​​​​​‛Yekane bersivdana li dijî tecrîdê, pêkanîna fikrên rêber Ocalan’
2 hezîran, 2022   23:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker ji 1999`an ve tecrîdeke giran li ser rêber Abdullah Ocalan ferz dike û hevdîtina bi malbatê û parêzeran re qedexe dike.

Cara dawî bi rêya telefonê 25`ê Adara 2021`ê birayê rêber Ocalan, Mehmed Ocalan pê re axivî û ji wê demê ve tu agahiyên li ser rêbertî tune ne.

LI DIJÎ SIYSETÊN DEWLETA TIRK ÊN ÇEWISANDINÊ BAŞTIRÎN ÇARESERÎ, FIKRÊ RÊBER OCALAN PÊK WERE

Têkildarî tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, rewşenbîr û welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ANHA`yê re axivîn û got, "Dewleta Tirk bi ferzkirina tecrîdê dixwaze fikir û felsefeya rêber Ocalan qedexe bike."

Nivîskar û hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên li Navçeya Dirbêsiyê Ehmed Silêman axivî û got: "Ji destpêka împaratoriya Osmanî hatiye avakirin ve, dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi êrişan û pêkanîna komkujiyên li dijî gelan rûbereke mezin ji Rojhilata Navîn û Ewropa Rojhilat kontrol bike. Ji xwe dîroka wê tijî komkujî ne, li hemberî rejîma wê ya destpotîzim şoreş li dar ketin, ji wan, şoreşa Şêx Seîd û Qazî Mihemed."

Silêman anî ziman ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji çewisandina şoreşan ew e ku gel di bin banê desthilata wê de bimîne û moralê gelê têkoşer û berxwedêr têk bibe.

Ehmed Silêman komploya li dijî rêber Ocalan wekî têkbirina nasnameya gelê Kurd û derxistina aloziyên xwe yên hundir ber bi derve û bi îdiaya şerê terorê armancên xwe li Rojhilata Navîn pêk bîne, bi nav kir.

Silêman da zanîn ku rêberê ji bo azadiya xwe û azadiya gelên xwe tê dikoşin ne terorîst in wekî ku dewleta Tirk a dagirker wan dide nas kirin.

Silêman destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker nikare bi ferzkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şerê felsefeya wî bike, ji ber ku li Rojhilata Navîn tevahî belav bûye û ji bo aloziyên wê baştirîn çareserî ye.

Nivîskar Siûd Meîş anî ziman ku siyasetên dewleta Tirk a dagirker bi qirkirina gelan ve girêdayî ye, ji ber ku ew jî girêdayî hişmendiya neteweperest e ya li ser bingeha redkirina gelên din e. Mînaka wê jî komkujiyên li dijî gelên Ermen û Kurd e.

Meîş diyar kir ku ew hişmendiya kapîtalîst e ku li dijî rêber Ocalan komplo pêk anî, da ku li cîhanê aloziyan derxin û gelan qir bikin, pê re jî li ser hesabên gelê têkoşer berjewendiyên xwe bi cih bînin.

Siûd Meîş îşaret pê kir ku rêber Ocalan hişmendiya şovenîst şîrove kir û çareserî jê re danî, lewma tecrîdeke giran li ser ferz dikin û gelên baweriya xwe bi felsefeya wî anîne bi êrişên qirkirinê re rû bi rû ne.

Meîş da zanîn ku piştî modela Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi ser ket, hemû gel dikarin projeya neteweya demokratîk bingeh bigire û baweriya xwe bi jiyana hevbeş bînin.

Bi armanca têkbirina siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gel Kurd Meîş ev tişt got: "Divê em fikira rêber Ocalan li ser erdê pêk bînin. Ew jî bi rêya perwerdekirina li ser bingehên wê. Ji ber felsefeya rêber Ocalan çareya herî guncaw li hember zihniyeta kapîtalîzmê û neteweperestiyê ye."

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê anî ziman ku sedema tecrîda li ser rêber Ocalan ew e ku dewleta Tirk a dagirker û dewletên kapîtalîst ji belavkirina fikrên nû yên rêber Abdullah Ocalan ditirsin. Dewleta Tirk a dagirker rê li pêşiya gelê bi fikrê rêber Ocalan bandor dibe, digire bi taybet destkeftiyên gel li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya fikrê wî hatine bidestxistin.

Welatiya bi navê Stêre Eyo axivî û got, kilîta çareserkirina pisgirêkên Rojhilata Navîn di fikrên rêber Ocalan de ye. Ji ber banga biratiya gelan û rizgariya ji zulm û koletiyê dike.

Stêre Eyo wiha dewam kir: "Felsefeya rêber Ocalan li ser bingeha rêzdariya ji ziman û çanda hemû pêkhateyan hatiye avakirin. Fikrê wî bandor li tevahiya cîhanê kir lewma dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke giran li ser ferz kir."

Welatiyê bi navê Xoşnaf Xelîl tecrîda li ser rêber Ocalan û hevdîtinê wekî binpêkirina pîvanên mirovî bi nav kir û got: "Ev yek jî asta metirsiya dewleta Tirk ji belavkirina fikrê rêber Abdullah Ocalan dide xuyakirin."

Xoşnav Xelîl diyar kir ku gelê Kurd û yên din ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çi kesên bi fikrê rêber Ocalan bandor bûne, yekane daxwaza wan ew e ku azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan mîsoger bibe.

(eh)

ANHA