Nivîskar Janet Biehl: Divê girîngî ji parastina Rojava re bê dayîn

Nivîskar Janet Biehl li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker ên êrişeke gengaz a dagirkeriyê got "Cîhanê çawa destek da Ukraynayê, divê bi heman rengî destekê bide têkoşîna Kurdan jî."

Nivîskar Janet Biehl: Divê girîngî ji parastina Rojava re bê dayîn
3 hezîran, 2022   00:50
NAVENDA NÛÇEYAN - MÛRADA KENDA

Dewleta Tirk tevî êrişên dagirkeriyê her roj gefan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe ku dagir bike. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êriş û gefan li ser pêyan in.

Ji kesên ku pêşveçûna Rojava dişopînin Janet Biehl destnîşan kir ku divê pêşî li dewleta Tirk û çeteyên wê were girtin da ku dest bi êrişeke nû neke.

Nivîskar, hunermend û wergêra ji Brîtanyayê Janet Biehl li ser polîtîkayên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji ANHA'yê re axivî.

'DIVÊ OCALAN AZAD BIBE'

Janet Biehl got "Tirkiye ji gelê Kurd ê xurt, bihêz û demokratîk ditirse" û anî ziman ku Tirkiye li dijî mafên mirovan, çand û bikaranîna zimanan dibe asteng.  

Janet Biehl diyar kir ku dewleta Tirk tecrîda giran a li ser rêber Abdullah Ocalan di vê çarçoveyê de dimeşîne û got: "Divê Ocalan azad bibe û dewleta Tirk dawî li qirkirina Kurdan bîne û destûrê bide ku Kurd di nava aştiyê de bijîn."

Janet Biehl destnîşan kir ku qedexekirina hevdîtinên bi rêber Abdullah Ocalan re bi rengekî vekirî parçeyek ji hewldana dewleta Tirk a ji bo tepisandina xwenaskirina Kurdan û tunekirina tevgera Kurd e û wiha dewam kir: "Armanca dawî ya Tirkiyê ew e ku mafê gelê Kurd û hemû hêzên demokrasiyê yên li herêmê ji holê rakin. Dixwaze dawî li hemû rêveberiyên demokratîk ên Kurdan û hevalbendên wan bîne.  Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê , Rêveberiya Xweser a Şengalê, warên êzidiyan, Mexmûr  û Herêmên Parastinê yên Medyayê dike hedef."

‘BELASEBEB ÊRIŞ DIKIN’

Janet Biehl bal kişand ser êrişên Tirkiyê yên li dijî Başûr û diyar kir ku PDK piştgiriyê dide êrişan.  Janet Biehl bal kişand ser binpêkirina hiqûqa navneteweyî û destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide êrişan rewa bike. Janet Biehl wiha pê de çû: "Tirkiye îdia dike ku ewlehiya wê ya neteweyî di bin gefeke rasterast de ye. A rast ne Bakurê Iraqê û ne jî Bakurê Sûriyê gefê li Tirkiyê dixwe. Tirkiye hem li bakurê Iraqê hem jî li bakurê Sûriyê li dijî rêveberiya demokratîk a Kurdan belasebeb êriş dike.”

'DIXWAZE SÛRIYE Û IRAQÊ BI PROJEYA XWE YA NEO-OSMANÎ DAGIR BIKE'

Janet Biehl sedema êrişên deweta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha îzah kir: "Sala bê, 100’emîn salvegera damezrandina Komara Tirkiyê ye ku ji bo timayên Neo-Osmanî yên AKP'ê ji sînorên xwe yên heyî wêdetir berfireh bibe xwedî girîngiyeke mezin a sembolîk e. Di encamê de dixwaze bakurê Sûriyê û bakurê Iraqê ji ber projeya neo-Osmanî dagir bike. Li Tirkiyê hilbijartin nêz dibin û serkeftinên leşkerî ji bo mşsogerkirina serketina hilbijartinê rêyeke baş e. Û di dawiyê de careke din êrişa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê bala cîhanê kişand ser parçebûna rojhilat-rojava û derfet ji Tirkiyê re peyda kir da ku çalakiyên nû yên sîwanî pêk bîne, mîna bikaranîna tifaqa Swêd û Fînlandiyayê ji NATO'yê re wekî zextê."

Janet Biehl ku gelek caran serdana Rojava kiriye, anî ziman ku tevî hemû êrişan jî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi biryar e destkeftiyên demokratîk biparêze û got:  "Bakur û Rojhilatê Sûriyê di deh salên dawî de bi rizgariya jinan di navenda xwe de sîstemeke demokratîk a Rêveberiya Xweser ava kir. Ji sala 2012'an û vir ve ji bo parastina mafên jinan, mekanîzmayên xurt hatine avakirin. Îsal Bakur û Rojhilatê Sûriyê salvegera dehemîn a Şoreşa Rojava pîroz dike. Bala cîhanê li Ukrayna û Rûsyayê ye, Tirkiye bi  gefa dagirkirinê dixwaze ji Rojava sûdê wergire. Êrişên dijwar ên li dijî gelê Kurd ê li wê derê, tevî komkujiyên biarmanc, êrişên bi dronan û êrişên dagirkeriyê yên leşkerî, ji niha ve zêde dibin."

'DIVÊ PÊŞÎ LI ÊRIŞA NÛ WERE GIRTIN'

Janet Biehl got: "Cîhanê çawa destek da Ukraynayê, divê bi heman rengî destekê bide têkoşîna Kurdan.”

Janet Biehl diyar kir ku divê her kes di zûtirîn demê de daxwaza rawestandina êrişên li ser herêmê bike û wiha got: "Divê pêşî li êrişeke nû ya bi çeteyên cîhadîst ên Tirkiyeyêre bê girtin. Divê Tirkiye ji herêmên ku li bakurê Sûriyê û bakurê Iraqê dagir kirine, vekişe. Û divê cîhan Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas bike."