Meclisa Leşkerî ya Minbicê: 120 top û hawin li gundên Minbic û Babê ketin

Meclisa Leşkerî ya Minbicê da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi nêzî 120 top û hawinan gundên Minbic û Babê hedef girtin.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê: 120 top û hawin li gundên Minbic û Babê ketin
3 hezîran, 2022   08:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Leşkerî ya Minbicê daxuyand ku dewleta Tirk a dagirker sûcên xwe yên dijminane li dijî welatiyên li Minbicê li gelek eniyên şer ên bakur, bakur û rojava zêde kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarokê Erîma, gundên Korhorîk, Boxaz, Kawiklî û Qurtwêran û Seyade topbaran kirin.

Çeteyan ji baregeha xwe ya li Şêx Nasir û Şiwêhe ya li rojavayê Minbicê ew herêm hedef girtin.

Topbaran şeva berê ji saet 11:30’an heta bi saet 5:00’an berbanga îro berdewam kirin.

Ji duh ve heta berbanga îro 120 top û hawin li wan gundên navborî ketin.

Girêdayî mijarê, saet 01:22’yan de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Um Edesê bi çeên navîn û giran topbaran kir.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca ku îstîqrar û ewlehî li herêmên Minbicê derbe bikin, êrişên xwe zêde kirin.

(fr)

ANHA