Rojnameyên erebî: Li Dera rewşên kuştin û siûqastkirinê zêde bûn

Rojnameyên erebî yên îro behsa kiryarên kuştin û revandinê yên li Derayê, xetimandina siyasî li Iraqê,  kar û barên Lubnanê kir.

Rojnameyên erebî: Li Dera rewşên kuştin û siûqastkirinê zêde bûn
3 hezîran, 2022   08:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro di mijarên xwe de behsa kiryarên kuştin û revandinê yên li Derayê, xetimandina siyasî li Iraqê, kar û barên Lubnanê kir.

LI DERAYÊ RUXÎ "LIHEVKIRINÊ" KIRYARÊN KUŞTINÊ DIDOMIN

Têkildarî kar û barê Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewset ev nivîsnad: "Hîn jî li herêmên başûrê Sûriyê rewşa ne ewlehî heye, nexasim li herêmê ji ber ku di salên derbasbûyî de kiryarên kuştin, revandin û çekdarî zêde derketin holê, li hemberî vê tu aliyên fermî yan jî herêmî nekarî rê li pêşiya vê diyardeyê bigire,  pê re jî tirs û bê ewlehî li herêmê zêde bû û sûcdar nayên cezakirin.

Li parêzgeha Derayê ya başûrê Sûriyê ruxmî projeya hikumeta Şamê ya "lihevkirinê" lê dîsa jî sûcên kuştinê dewam dikin. Li gorî Tora Dera 24 di meha Gulana 2022`yan de herî kêm 57 kes hatine kuştin, ji wan 25 sivîl in û 3 zarok û jin û herî kêm 28 kes di rewşên cuda de hatine kuştin, ji wan jî 22 welatî birîndar in ji wan jî 3 zarok û 4 jin in.

 GELO DADGEHA DESTÛRÎ XETIMANDNA SIYASÎ YA LI IRAQÊ BI DAWÎ BIKE?

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya El-Beyan ev nivîsand: "Di demên pêş de tu hêviyên bidawîkriina xetimandina siyasî li Iraqê tune ne, ew jî piştî binketinên hewldanên hundirîn û derve yên ji bo nêzbûna nêrînên aliyên binkok ku ji hevbendiya sêalî pêk tên. Ew hevbendî ji Şepêla El-Sedrî û Hevbendiya Serweriyê ya bi serkêşiya serokê parlamentoyê Mihemed El-Helbûsî û PDK’ê pêk tê. Her wiha Çarçoveya Hemaheniyê ku tê de Îtîlafa Dewleta Qanûn a bi serokatiya Nûrî Malikî, Hevbendiya El-Fetih a bi serokatiya Hadî El-Amirî û komên din ê ji komên çekdar ên alîgirê Îranê, her wiha destekdayîna YNK’ê ya bi serokatiya Bafil Talibanî."

Çavdêrê siyasî Xalib El-Demî diyar kir ku berbijêrkên heyî yên herî baş ne baş e, nexasim çalakiyên li kolanan ku ji parlamantoyê bê hêvî bûne.

 PARTIYA HÊZÊ LUBNANÊ LI HEMBERΠ HIZBULLAHÊ SÊ NA DERXISTIN

Der barê rewşa Lubnanê de rojnameya El-Ereb ev nivîsand: "Serokê Partiya Hêzên Lubnanê ‎Semîr Cace ku gelek destkeftiyên hilbijartinê qezenc kirin, li hemberî Hizbullah û hevalbendên ‎wê sê na nîşan da. Ev jî nîşan dide ku ji ber derengmayîna li ser erêkirina qanûna sererastkirinê pêk hatiye, da ku Lubnanê ji vê krîzê derkeve, her wiha valahiyek di erkên fermandariya bilind de çêkir."

Cace diyar kir ku ew ê li dijî namzetên serokatiyê ku Hizbullahê piştgiriya wan bike bisekine û ew ê ‎hevalbendên  wan jî red bike û hikumetê boykot bikin ger lihevkirin çêbibe.‎

(eh)