‛Divê gel li hember êrişa muhtemel berxwedanê bike’

Meclisa Edaleta Civakî û Yekitiya Parêzeran ên herêma Firatê bang li tevahî pêkhateyan kir ku li hember gefên dewleta Tirk xwe bispêrin bijarteya berxwedanê.

‛Divê gel li hember êrişa muhtemel berxwedanê bike’
2 hezîran, 2022   13:46
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker gefên nû yên dagirkirina herêmên Sûriyê xwarin, li kêlek wê jî rojane êrişî projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Der barê berteên şermezarkirina gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker de, Meclisa Edaleta Civakî û Yekitiya Parêzeran ên herêma Firatê daxuyaniyek hevbeş da. parêzer Mistefa Şêx Muslim daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk di van rojên dawî de daxuyanî da û tê de gefên nû li ser herêmên Firat û Cizîrê xwarin. Her wiha gefên êrişên nû li Minbic, Şehba û Til Rifetê xwarin. Wê yekê jî bi bihaneya avakirina herêmeke ewle û vegerandina penaberan dike. Lê di niyeta wê de asta dagirkeriya xwe fireh bike û 30 kîlo metre derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bibe.

Herêmên Rêveberiya Xweser ji herêmên herî ewle li hundirê Sûriyê di dirêjahiya krîza Sûriyê de ne. Lê dewleta Tirk idîda dike ku herêmeke ewle li herêma herî ewle li seranserî

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Em rêxistinbûna edaletê li herêma Firatê ji parêzger, dadger û hiqûqnasan van gefên bêpirsiyarî ku di radeya yekemîn de gefên guhartina demografiya Sûriyê niha û pêşerojê ye şermezar dikin. Ji wê zêdetir jî ev gef hemû hewldanên herêmê û navneteweyî yên pêkanîna îstîqrareke giştî li herêmê têk dibin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Em parêzer û dadgerên li herêma Firatê dê bi hemû hêza xwe parastina destkeftiyên gel û rêgezên şoreşa xwe ya demokratîk bikin. Em guh nadin siyasetên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê. Em ê di parastina herêmên xwe de berdewam bikin. Em bang li gelê xwe bi hemû pêkhateyên wê dikin ku li dijî her êrişekê xwe bispêrin bijarteya berxwedanê."

(fr)

ANHA