Hêzên hikumeta Şamê bejahiyên Laziqiyê, Idlib û Hema topbaran dikin

Hêzên hikumeta Şamê bi moşekan bejahiyên Laziqiyê, Idlib û Hemayê topbaran kirin. Li aliyekî din jî di pevçûnên li bejahiyên Helebê de çeteyek hate kuştin.

Hêzên hikumeta Şamê bejahiyên Laziqiyê, Idlib û Hema topbaran dikin
2 hezîran, 2022   13:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê bi moşekan qaşo "herêma bêçek" topbaran kir. Hêzên hikumetê girê Keban yên li Cebel El-Ekrad ên Ii bakurê Laziqiyê, derdora gundê Filêfil û Bara yên başûrê Idlibê, gundên Sermaniyê û Diwêr El-Ekrad ên rojavayê Hemayê topbaran kirin.

Di heman demê de Navenad Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR)  da zanîn ku di pevçûn  û topbaranên dualî yên li derdora Foca 111 a li rojavayê Helebê de çeteyekî ji Ehrar El-Şam ê ji Xûta Şerqiye ya bejahyê Şamê hate kuştin.

Li başûrê Idlibê balafirên keşfê yên rûsî digerîn.

(fr)