Koçberên Serêkaniyê banga bilindkirina berxwedanê li dijî dagirkeriyê kir

Koçberên bajarê Serêkaniyê ya dagirkirî bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û avakirina avahiyên mêtingeriyê yên li herêmên wan, xwepêşandan kir û banga bilindkirina berxwedanê kir.

Koçberên Serêkaniyê banga bilindkirina berxwedanê li dijî dagirkeriyê kir
2 hezîran, 2022   11:56
HESEKÊ

Îro bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û redkirina avakirina avahiyên mêtingeriyê, bi sedan koçberên Serêkaniyê ya dagirkirî li Kampa Waşûkanî ya li navçeya Tiwêna ya Hesekê xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşandan bi dirûşmeya "Na ji avahiyên mêtingeriyê re, na ji guhartina demografîk re" hat lidarxistin, tê de wêneyên rêber Abdullah Ocalan û şehîdan û pankartên bi nivîsên cuda hatin rakirin.

Beşdaran ji pêşiya Meclisa Kampê dest bi xwepêşandanê kir û ber bi deriyê ketina kampê ve çûn. Li wir endama Komîteya Perwerdeyê Heyad Şêxê daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker di demên dawî de bi armanca berfirehkirina qada dagirkeriya xwe û bi hinceta parastina sînorên welatê xwe, li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gef xwarin, lê di rastiyê de dixwaze dagirkirina xwe rewa bike û nasnameya dîrokî ya herêmê biguherîne.

Her wiha hate destnîşankirin ku siyaset û sûcên dewleta Tirk a dagirker bi armanca lawazkirina hewldanên çareserkirina aloziya Sûriyê û şerê QSD`ê û Koalîsyona Navneteweyî yê li dijî terorê ye, her wiha da ku îstiqrara herêmê têk bibe û careke din DAIŞ zindî bibe.

Dîsa hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker bi van kiryaran hemû pîvan û peymanên navneteweyî bin pê dike, lewma bang li civata navneteweyî û hêzên garantor hate kirin ku li hemberî van sûcan bi erka xwe rabe.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gel hate kirin ku li dijî êrişên dewleta Tirk li ber xwe bidin.

(eh)

ANHA