Çekdarên nenas li rojavayê Derayê êrişî navendeke hikumeta Şamê kir

Çekdarên nenas îro êrişî navenda "Ewlehiya Siyasî" ya hikumeta Şamê ya li rojavayê Derayê kir, di encamê de şer derket û leşkerên navendê birîndar bûn.

Çekdarên nenas li rojavayê Derayê êrişî navendeke hikumeta Şamê kir
2 hezîran, 2022   11:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku çekdarên nenas duh bi şev êrişî navenda ‘Ewlehiya Siyasî’ ya bi ser hikumeta Şamê ve û avahiyeke li bajarokê Mizêrîb ê li rojavayê Derayê kir û di encamê de şerekî dijwar di navbera her du aliyan de derket.

Li gorî SOHR’ê di şer de gelek leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûne.

SOHR`ê ragihand ku leşkerên hikumeta Şamê yên ewlehiyê ji saetên sibê ve li herêma Mizêrîb belav bûn û bi dehan leşker li herêmê bi cih bûne.

(eh)