Li Silêmaniyê dagirkeriya dewleta Tirk tê nîqaşkirin

Li Mêrgepan a Silêmaniyê dagirkeriya dewleta Tirk ji aliyê nivîskar, rojnameger, akademîsyen û siyasetmendarên Başûr û Rojavayê Kurdistanê ve tê nîşaqkirin.

Li Silêmaniyê dagirkeriya dewleta Tirk tê nîqaşkirin
2 hezîran, 2022   12:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêma Mêrgepan a Silêmaniyê, bi awayekî berfireh dagirkeriya dewleta Tirk ji aliyê bi dehan nivîskar, rojnameger, akademîsyen, aktîvîst û siyasetmendarên Başûrê Kurdistanê û endamên Nûnertiya Partiya Yekıtiya Demokratîk (PYD) û rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve tê nîşaqkirin.

Di serî de çavdêrê siyasî û rojnameger Kemal Reûf axivî û got: “Metirsiya van êriş û dagirkeriya dewleta Tirk, ziyana li herêmên sînor û li ser Herêma Kurdistanê em ê qal bikin. Niha Tirkiyê zêdetirî 37 baregehên mezin û 47 baregehên biçûk di nava xaka Herêma Kurdistanê de hene. Ji ber êriş û leşkerkêşiya Tirkiyê îsal nêzî 50 gund vala bûne. Ji ber dagirkeriyê bi giştî 650 gund vale bûne. "

Kemal Reûf diyar kir ku Tirkiyê li Herêma Kurdistanê zêdetirî 6 balafirgehên leşkerî hene û balafir têde dikarin bifirin û wiha domand: “Divê helwestek cidî hebe. Li gorî me, hişmendiyek dagirkeriyê li pişt êrişên Tirkiyê heye û peywendî bi PKK’ê re nîne, dibe ku PKK’ê dike hincet."

Piştre Rojnameger û Çavdêrê Siyasî Mesûd Abdulqaliq axivî û got: “Armanca Tirkiyê zindîkirina Mîsaqî Millî ye û kar li ser dagirkirina wîlayeta Mûsilê dike. Lê, mixabin bertekên li dijî dagirkeriyê gelek lawaz in. Lewma wê îro beşek ji guftûgoya me li ser vê be ka çi helwestê bigirin.”

Parlamentera berê ya Parlamentoya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr, bêdengiya aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ya li dijî êrişên dewleta Tirk û qetilkirina welatpêzên Kurd rexne kir û got ku ji bo yekrîziya gelê Kurd PKK’ê rolek gelek girîng heye.

Parlamentera berê ya Parlamentoya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr têkildarî metirsiyên li ser Herêma Kurdistanê û dagirkeriya dewleta Tirk axivî.

Rêzan Şêx Dilêr diyar kir ku divê li ser mijarê rûniştinek berfireh were kirin, ji ber dagirkeriya dewleta Tirk ne tenê li ser Herêma Kurdistanê ye, belku li ser Mûsil û Kerkûkê ye jî û got: “Dagirkerî gihîştiye astekê ku MÎT’a Tirk di nava Silêmaniyê de bigerî. Ev li ser tevahiya Iraqê metirsiyek mezine.”

Rêzan Şêx Dilêr bal kişande ser qetilkirina Welatparêzê Kurd Mihemed Zekî Çelebî û wiha domand: “Mixabin di bûyera herî dawî ya nexweş de, di nava bajarê Silêmaniyê de kadroyekî azadiyê hate kuştin. Lê ti aliyekê deng nekir. Gelo wê ev bêdengî heta kengê berdewam bike?”

Parlamentera berê ya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr diyar kir ku eger bixwazin biaxivin, divê ji Herêma Kurdistanê derkevin û dengê xwe bigihîn derve û qala yekrêziya Kurd kir û got: “Dikarim bibêjin PKK’ê ji bo yekrêziya gelê Kurd rolek girîng heye.”