​​​​​​​Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata şehîd Hawar Qamişlo re xwest

Şêniyên kantona Qamişloyê sersaxî ji malbata şervanê Hêzên Parastina Gel (HPG) Hawar Qamişlo re xest. Şehîd Hawar Qamişlo li herêma Zapê şehîd bûbû re.

​​​​​​​Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata şehîd Hawar Qamişlo re xwest
​​​​​​​Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata şehîd Hawar Qamişlo re xwest
​​​​​​​Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata şehîd Hawar Qamişlo re xwest
​​​​​​​Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata şehîd Hawar Qamişlo re xwest
​​​​​​​Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata şehîd Hawar Qamişlo re xwest
2 hezîran, 2022   10:57
QAMIŞLO

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê û bi sedan şêniyên Dêrik, Çilaxa û Til Koçerê sersaxî ji malbata şehîd Hawar Qamişlo re xwest. Şehîd Menaf Elî Îsmaîl (Hawar Qamişlo) di 25'ê Gulanê de li Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrişên dewleta Tirk de şehîd bûbû.

Di merasîma sersaxiyê de ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Cewahir Osman got: “Şehîdan tiştê herî biha feda kir da ku rêya şoreşa Kurdistanê ronî bikin."

Ji fermandarê Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) Mihî El-Dîn Xêrkî jî diyar kir ku êrişên dewleta Tirk israra wan a berxwedanê zêde dike û piştrast kir ku pêkhateyên herêmê banga şopandina rêya şehîdan dikin.

Di dawiyê de wesîqeya şehîd Hawar Qamişlo hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.

(dm)

ANHA