​​​​​​​Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî gefan banga yekitiyê kir

Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku gefên dewleta Tirk tevahiya Sûriyê dikin armanc, lewma divê gelê herêmê li dijî timayên dewleta Tirk hevgirtina xwe xurttir bike.

​​​​​​​Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî gefan banga yekitiyê kir
2 hezîran, 2022   10:11
QAMIŞLO

Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro bi daxuyaniyekê êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker û siyaseta guhartina demografiya herêmên dagirkirî şermezar kirin.

Endamê Desteya Rûspiyan Mistefa El-Yûsifî li pêşiya navenda desteyê ya li Qamişloyê bi beşdariya bi dehan rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb daxuyanî xwend.

Di daxuyaniya rûspiyan de hate gotin: "Gefên serokkomarê Tirk Recep Teyyîp Erdogan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê di demekê de pêk hatine ku cîhan tev de nexasim li herêmên Rojhilata Navîn û Sûriyê ji cîhanê bi giştî re çareseriyeke aştiyane dabîn bikin, serokkomarê Tirk gefên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe."

HEDEFGIRTINA TEVAHÎ SÛRIYÊ YE

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku gefên dewleta Tirk hemû Sûriyê dike armanc û wiha dewam kir: "Em rûspî û şêxên eşîran ji hemû bakurê Sûriyê û pêkhateyên din ku ji beriya hezaran sal bi hev re dijîn, lewma divê yekitiya me têk neçe û aştî û ewlehiya me nekeve xetereyê."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Herêmên ewle yên Enqera û Erogan behsê dike, li ser Ereb, Kurd, Suryan û Êzidiyan xeter e. Piştî ku gel were koçberkirin û çeteyên tundraw li şûna wan bên bicihkirin, dê herêmên din ên Sûriyê, Iraqê û welatên herêmê bên dagirkirin. Armanca sereke nixumandina hêzên terorîst e û xistina wan di xizmeta ajandeyên Tirkiyê de ye. Ev gav di heman demê de li ser hêzên QSD`ê sembola têkoşîna li dijî terorê û li dijî hêzên cîhanî yên şerê terorê kirine, gefek e.”

‘BIDAWÎKIRINA TIMAYÊN TIRKIYÊ GIRÊDAYÎ ÎRADEYA ME YA AZAD E’

Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li hêzên aştiyane û demokratîk ên cîhanê û hemû pêkhateyan kir ku bibin yek û li hemberî dagirker û talankeran bibin bend û got: “Bidawîkirina hemû timayan, girêdayî îradeya me ya azad, berpirsiyariya me û têgihîştina me ye.”

Her wiha bang li hikumeta Şamê hate kirin ku bi Meclisa Sûriya Demokratîk re diyalogê bikin da ku aloziya Sûriyê li gorî biryara NY’yê ya 2254 çareser bibe.

(ekîb)

ANHA