Nasnameya 5 gerîlayên li Metînayê şehîd bûne hat eşkerekirin

HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên li Metînayê şehîd bûn eşkere kir û got, " Em soz didin ku têkoşîna wan ti carî nîvco nehêlin û her tim dilsozê bîranîna wan bin.”

Nasnameya 5 gerîlayên li Metînayê şehîd bûne hat eşkerekirin
2 hezîran, 2022   09:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Li dijî êrişa dagirkeriyê ya artêşa Tirk a dagirker ku ji 25'ê Gulanê û pê ve li qada Girê Hakkarî ya herêma Metînayê da destpêkirin, hevrêyên me Hêzil, Laşer, Seren, Şerzan û Siyabend bi rêbaza fedaî derbên mezin li dagirkeran xistin û şehîd bûn. Van fedaiyên Apoyî yên hêja bi sekna xwe ya fedaî û kûrahiya di hevrêtiyê de bûn mînak. Em soz didin ku têkoşîna wan ti carî nîvco nehêlin û her tim dilsozê bîranîna wan bin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Hêzil Rizgar

Nav paşnav: Nazliye Hesen

Cihê jidayikbûnê: Efrîn

Dayik-bav: Suheyla-Mehemed Atûn

Dem û cihê şehadetê: 27'ê Gulana 2022 / Metîn

Nasnav: Laşer Agîd

Nav paşnav: Ebûbekir Şîmşek

Cihê jidayikbûnê: Mûş

Dayik-Bav: Safiye-Suleyman

Dem û cihê şehadetê: 27'ê Gulana 2022 / Metîna

Nasnav: Seren Nehîr

Nav paşnav: Hulya Kaya

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Dayik-Bav: Hanîfe-Emîn

Dem û cihê şehadetê: 28'ê Gulana 2022 / Metîna

Nasnav: Şerzan Kûrt

Nav paşnav: Ferhat Eşiyok

Cihê jidayikbûnê: Riha

Dayik-Bav: Nezmiye-Kasim

Dem û cihê şehadetê: 25'ê Gulana 2022 / Metîna

Nasnav: Siyabend Avesta

Nav paşnav: Mûhammed Xelîl

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Dayik-Bav: Elya-Xelîl

Dem û cihê şehadetê: 29'ê Gulana 2022 / Metîna

Hevrêyên me Hêzil, Laşer, Seren, Şerzan û Siyabend bi tarzeke fedaî çûn ser dijmin û kirine ku dijmin ji cihê xwe nelive. Malbatên hêja yên hevrêyên me Hêzil, Laşer, Seren, Şerzan û Siyabend di serî de em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."