Parêzeran ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe re serlêdan kir

Parêzeran ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe re serlêdan kir

Parêzeran ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe re serlêdan kir
2 hezîran, 2022   10:14
XNAVENDA NÛÇEYAN

Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol, Rêzan Sarica û Emran Emekçî yên ku parêzerên Rêber Abdullah Ocalan in ji bo hevdîtina muwekîlên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Înfaza Cezayê ya Ewlekariya Zêde ya Tîpa F a Îmraliyê dan.

Parêzer ji bo hevdîtina muwekîlê xwe Abdullah Ocalan di hefteyekê de du caran serî li van saziyan didin. Lê daxwazên hevdîtinê bi awayekî sîstematîk bêbersiv tê hiştin.

Carinan piştî mehan tê ragihandin ku hevdîtina bi muwekîlên wan hatiye qedexekirin.