Ji ber topbarana li ser Til Temir û Zirganê du kes birîndar bûn

Artêşa Tirk di van kêliyan de navenda navçeya Zirganê, nexweşxane û gundên wê û gundewarê navçeya Til Temir topbaran dike. Di encamê de du kes birîndar bûn û gelek malên li Zirganê hatin hilweşandin.

Ji ber topbarana li ser Til Temir û Zirganê du kes birîndar bûn
2 hezîran, 2022   09:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me diyar ki ku artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de navenda navçeya Zirganê û nexweşxaneyên wê û ji aliyê rojva û bakur jî gundên Esediyê, Dada Ebdal, Bobê, Til Hermel û li aliyê başûrê navçeyê li ser rêya Til Temirê gundênn Rebîat, Til Werd û Xirbet Şeîr, li aliyê bakurê navçeya Til Temir li ser rêya Zirganê jî gundê Qebir Sexîr topbarand dike.

Di encama topbarana artêşa Tirk de du kes birîndar bûn û gelek malên Zirganê hilweşiyan.

(eh)

ANHA