Li Qamişlo panelek li ser jîngeh li gorî baweriyên olî hate lidarxistin

Bi boneya Roja Jîngehê ya Cîhanê, komeleya Keziyên Kesk a Jîngehê, li bajarê Qamişlo bi navê "Jîngeh di baweriyên olî de" panelek li dar xist.

Li Qamişlo panelek li ser jîngeh li gorî baweriyên olî hate lidarxistin
1 hezîran, 2022   20:10
QAMIŞLO

Bi durişmeya "Ji bilî erdekê li gel me tune ye" li hola kongreyan a Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo panelek hat lidarxistin. Di panelê de rewşenbîr û oldar amade bûn.

Panel bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê rêveber ê Komeleya Keziyên Kesk Zîwer Şêxo çend wêne pêşkêş kirin û diyar kir ku ew wêne yên karên wan ên ji destpêka sala 2020'yan ve ye.

Paşê karkerên paqijiyên ji aliyê endamên Komeleyên Keziyên Kesk ve bi gulan hatine xelatkirin.

Serokê beşa ola êzidî di fakulteya zanistên olî di Zanîngeha Rojava de Nesîm Şemo axivî û wiha got: "Li gorî ola êzidî jîngeh av, ba, agir û xak weke bingeha jiyanê ye. Bi van her çaran jiyana zindiyan dewam dike. Ji ber wê rêûresmên olî bi jîngehê ve girêdayî ye."

Nesîm Şemo wiha domand: "Ji ber wê ola me rêzê ji pêkhateyên jîngehê re digire, divê em di hemû aliyan de parastina jîngehê bikin, da ku jîngeh paqij û tendurist bimîne."

Piştre serokê fakulteya zanistên olî yê Xiristyanî Hena Somî axivî û bal kişand ser girîngiya parastina jîngeh û xwezayê di ola xiristiyanî de.

Her wiha axaftina endamê Meclisa Bilind a Ola Zerdeştî li Kurdisatanê Eserwan Qadîrok ê ji Silêmaniyê hat pêşandan.

Eserwan Qadîrok got: "Mirov û xwaza li cem xwedê weke hev in. Mixabin pêşketina tekneolojî û pîşesaziyê jîngeh qirêj kiriye. 4 pêkhateyên xwezayê hene ew jî av, xak, agir û ba ne, hemû zindî ji van pêkhateyan hatine afirandin. Ramyar Zerdeşt yekem kes bû ku banga parastina jîngehê li mirovan kiriye."

Paşê endamê Kongreya Îslama Demokratîk Mihemed El-Qadirî axivî û behsa girîngiya jîngehê di ola Îslamî de kir:" Xwedê cotkar e mîna di quranê de hatiye. Ji ber tova em diçînin bi qudreta wî şîn dibe û diparêze. Divê em parastina wê bikin, qiya û daran nebirin."

Di dawiyê de beşdaran mijarên di panelê de nîqaş kirin.

(şt)

ANHA