Artêşa Tirk êrişî navçeyên Zirgan û Til Temirê dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navenda navçeya Zirganê, gundewarê bakurê navçeyê topbaran dike. Serê sibehê jî 8 gundên girêdayî navçeya Til Temirê, derdora baregeha Rûsya û navenda kehrebeyê ya Til Temirê topbaran kiribû.

Artêşa Tirk êrişî navçeyên Zirgan û Til Temirê dike
2 hezîran, 2022   05:40
HESEKÊ

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji herêmê dane, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de bi topên hawanê navenda navçeya Zirganê, gundên Mehrmele û Xidrawî û mezrayên Bobî û El-Bek ên li bakurê navçeyê topbaran dike.

Hemwextî topbaranê, tevgera balafirên şer û balafirên bêmirov ên biçek li asîmanê herêmê heye.

Nûçegihanê me ragihand ku sere sibehê artêşa Tirk a dagirker 8 gund, derdora baregeha Rûsya û navenda kehrebeyê ya Til Temirê topbaran kirin.

Gundên hatine topbarankirin ev in; El-Ebûş û Dirdara li bakurê navçeya Til Temir li ser rêya navçeya Zirganê, gundê Til Şenan ê Asûran li bakur rojhilatê navçeyê, Qesir Toma Yelda, gundê Til Cuma yê Asûran li rojavayê navçeyê, gundê El-Exêbiş û Tewîla li başûr rojavayê navçeyê, derdora bargeha Rûsya li bakurê Til Temirê û navenda kehrebeyê ya Til Temirê li bakurê navçeyê.

(cx)

ANHA