Şêniyên Holê û taxa Xiwêran: Divê li kampa Holê operasyoneke ewlehiyê pêk bê

Şêniyên navçeya Holê û taxa Xiwêran a bajarê Hesekê daxwaz kir ku li kampa Holê operasyoneke ewlehiyê pêk bê.

Şêniyên Holê û taxa Xiwêran: Divê li kampa Holê operasyoneke ewlehiyê pêk bê
2 hezîran, 2022   07:39
HESEKÊ

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber girtiyên DAIŞ'ê yên di girtîgehên QSD’ê de û her wiha ji malbatên wan ên di kampan de bi tirs in.

Di 20 Çileya Îsal de çeteyên DAIŞ'ê êrişî girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê kirin.

Welatiyê bi navê Ebdulah El-Telai yê ji taxa Xiwêran diyar kir ku mayîna çeteyên DAIŞ’ê yên girtî bêyî darizandin an jî nevegerandina wan ji welatên wan re xeteriyeke mezin li ser îstîqrara herêmê çêdike  û wiha got: "Ji dema ragirtina çeteyan di girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêranê de bandoreke neyênî li ser jiyana şêniyên taxê û bajêr jî çêkir. Ji ber tê de terorîst hene. Wê jî metirsî çêkirin. Herî dawî jî êrişa şaneyan li ser girtîgehê."

Her wiha  El-Telai diyar kir ku neçareserkirina dosyaya girtiyên DAIŞ'ê û hebûna şaneyan, ziyanê digihîne bajêr, her wiha bang li dewletan kir ku welatiyên xwe wergirin.

 Welatiyê bi navê Ednan Haşim ê ji heman taxê jî got: "Em û Rêveberiya Xweser ji dema avakirina girtîgeha Sînaa û heta roja îro ve piştrast dikin ku girtîgeha Sînaa bombeyeke li ber teqînê ye. Êrişa çeteyan li ser girtîgehê, wêrankirina malan, windahiyên mirovî û zirarên madî, tirs û xofa li ser şêniyan, nîşaneya xeteriya vê yekê ne."

Ednan Haşim bang li rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî kir ku xeteriya DAIŞ'ê bi dawî bikin û çeteyan vegerînin welatên wan.

Welatiya bi navê Nesrîn Hesen a ji navçeya Holê got: "Her kes dibêje ku kampa Holê bombeyeke li ber teqînê ye. Ji ber li kampê her tim bûyerên kuştinê rû didin. Bi wê re ev xeteriyeke mezin li ser şêniyên navçeya Holê çêdike ku nêzî kampê ne."

‛SÛCÊN LI HUNDIRÊ KAMPÊ DIBIN GER JI BIN KONTROLÊ DERKET, WÊ LI DERVE JÎ PÊK BÊN’

Li gor rêveberiya kampê, ji Sibata 2019'an ve heta niha 148 kesên sûrî, iraqî û biyanî ji jin û mêran li kampê hatine kuştin.

Kampa Holê ya herî xeter li cîhanê 200 mitre dûrî navenda navçeya Holê ye. Di kampê de 56 hezar û 97 kes ji sûrî, iraqî û biyanî hene. Piraniya wan jin û zarokên çeteyên DAIŞ'ê ne ku hejmara jin û zarokên DAIŞ'î yên biyanî digihêje 8 hezar û 109 kesî.

Nesrîn Hesen ji ber rewşa kampa Holê bi fikar e û ev tişt got: "Xeterî û metirsî heye, eger kamp ji bin kontrolê derkeve dê sûcên şer derveyî kampê pêk bên. Ji ber wê divê çavdêrî xurt be, operasyonên ewlehî yên berfireh werin lidarxistin, hejmara hêzên ewlehiyê werin zêdekirin, da ku sûcên dibin werin sînordarkirin."

Nesrîn Hesen bang li civata navneteweyî û dewletên ku welatiyên wan li herêmê ne kir ku , bi berpirsyariyên xwe rabin, çeteyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê darizînin, an jî wan vegerînin welatên wan.

Ji heman navçeyê, welatiyê bi navê Hesan El-Siltan got: "Sedema hemû pirsgirêkên li navçeyê û buyerên kuştin, hebûna kampa Holê ye. Her kes dizane ku ew kamp bombeyeke li ber teqînê ye, dibe di kîjan kêliyê de biteqe, ziyanê bigihîne şêniyên Holê û herêmê bi giştî."

Hesan El-Siltan bang li civata navneteweyî kir ku bi berpirsyariyên xwe rabin, dosyaya çeteyên DAIŞ'ê û malbatên wan çareser bikin.

(şt)

ANHA