Li Idlibê depoyekî çekan ê çeteyên dagirkeriya Tirk hate bombebarankirin

Duh di saetên derengiya şevê de balafireke bêmirov a biçek a nenas depoyekî çek û moşekan ê çeteyên artêşa Tirk li bajarê Idlibê, bombebaran kir.

Li Idlibê depoyekî çekan ê çeteyên dagirkeriya Tirk hate bombebarankirin
2 hezîran, 2022   07:45
NAVENAD NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmî ji bajarê Idlibê yê dagirkirî ragihand ku balafireke bêmirov a biçek a nenas depoya çekan a çeteyên "Feyleq El-Şam" ên bi ser artêşa Tirk a dagirker ve li gundê Babisqa yê bajarê Idlibê ku li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê ye, bombebaran kir.

Li gorî çalakvanên herêmî, hejmareke welatiyên li kamp û herêmên derdora herêmê ji ber parçeyên ku li malên wan ketine, birîndar bûn.

(eh)

ANHA