Li Zirganê di topbaranê de zarokek birîndar bû

Di topbarana dewleta Tirk a dagirker li ser gundê Um Mihermelê ya bakurê navçeya Zirganê de, zarokek birîndar bû.

Li Zirganê di topbaranê de zarokek birîndar bû
2 hezîran, 2022   05:47
 HESEKÊ

Nûçegihanê me ragihand ku di topbarana li ser gundê Um Mihermelê de zarokê bi navê Mihemed Yûsif (14) birîndar bûye.

Zarokê birîndar rakirin Nexweşxaneya Şehîd Xebat a li navçeya Dirbêsiyê, ji ber birînên xwe yên giran ji wir jî bo Nexweşxaneya Sarya ya bajarê Hesekê hat veguhestin.

(cx)

ANHA