Beşdarên Hefteya Wêjeyê: Pêşketina wêjeyê li Rojavayê Kurdistanê pêwîstiyek e

Endamê Dîwana Wêjeyê diyar kir ku armanca lidarxistina Hefteya Wêjeyî nirxandina rewşa heyî ya wêjeyê ye. Beşdaran jî da xuyakirin asta tevlêbûnê baş bû û got “Di hefteyê de girîngiya wêjeyê berbiçav dibe.”

Beşdarên Hefteya Wêjeyê: Pêşketina wêjeyê li Rojavayê Kurdistanê pêwîstiyek e
2 hezîran, 2022   06:16
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îsal cara yekemîn `Hefteya Wêjeyî` ragihand û gelek semîner, panel, pêşkêşiyên helbest û çîrokan li dar xistin. Gelek nivîskar, rewşenbîr, helbestvan, wêjevanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li rêzeçalakiyên hefteyê bûn.

Endamên Dîwana Wêjeyê û wêjevan û helbestvanên Kurd û Ereb têkildarî Hefteya Wêjeyî ji ajansa me re axivîn.

Endamê Dîwana Wêjeyê Minhel Xelef got: “Nirxandina me jî bi vî awayî ye; gelo wêjeyê karîbû bibe vedeng û rengvedana şoreşê, êş û azaran di hundirê xwe de bihewîne, bibe zimanê derbirînê yê şoreşê?”

Minhel Xelef da xuyakirin ku wan xwestiye di vê hefteyê de hem wêjevanan bînin cem hev û got: “Tê de tişta ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk têî heye. Pêdiviya me bi nirxandina van xalan heye.”

Di Hefteya Wêjeyî de ‘wêjeya şoreşê’, ‘jin û wêje’ û ‘rexne û rola wê di pêşketina wêjeyê de’ tên şîrovekirin.

Minhel wiha axivî: “Şoreşa Rojava bi navê şoreşa jinan tê naskirin. Jinan li her derê cihê xwe girt. Me xwest em cihê jinan di wêjeyê de jî binirxînin.”

Helbestvanê Kurd Ciwanê Ebdal jî da zanîn ku gelek nivîskar û rewşenbîr tev li çalakiyên hefteyê bûn û wiha axivî: “Guhertinek bi wêjeyê re çêkir; naverok, mebest, kul û derd derxistin. Çimkî şoreş bandorê li wêjeyêdike.”

Ciwanê Ebdal têkildarî rexne û rola wê di pêşketina wêjeyê de jî got: “Li şûna rexneyê divê nirxandin hebe. Heke rexne hebe jî divê di çarçoveya pêşketinê û nêrîneke şoreşgerî de be.”

Wêjevana Kurd Lema Elî jî diyar kir ku bi rêya Hefteya Wêjeyê girîngiya wêjeyê li Rojavayê Kurdistanê berbiçav dibe û got: “Pêşketina wêjeyê li Rojavayê Kurdistanê pêwîstiyek e. Di van salên şoreşê de mîna em di pêşbirkekê de bin, dixwazin di demeke kurt de xwe bigihînin asta wêjeyî ya cîhanê.”

Helbestvanê Ereb ku ji Reqayê beşdarî çalakiyan bûye Reed El-Fadil jî da zanîn ku di hefteyê de kombûna rewşenbîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girîng e da ku nîqaşan derbarê rewşa wêjeyê de bikin û got: “Ev dê rola rewşenbîran çalaktir bike û asta wan bi pêş bixe.”

Reed El-Fadil da xuykirin ku hefteyek tenê têrê nake, divê li kêleka wê komcivîn û panel dewam bikin û wiha dom kir: “Bi taybet ji bo komcivînên li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dê bi van çalakiyan gavên baş bên avêtin.”

ANHA