​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-06-2022‎

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-06-2022‎
1 hezîran, 2022   23:00

-Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê şevbuhêrkeke wêjeyî bi sernavê "Ji çîrokên şoreşê" li Parka Xwendinê ya Hesekê di çarçoveya bernameya Hefteya Wêjeyî de li dar dixe. Saet 18:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Koçberên Serêkaniyê li kampa Waşûkanî  li dijî avakirina avahiyên mêtingehiyê li herêmên dagirkirî meşeke şermezarkirinê li dar dixin. Saet 10:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Girkê Legê sersaxiya malbata şehîd Hawar Qamişlo dixwazin. Saet 10:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Tirbespiyê meşekê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar dixe. Meş ji pêş avahiya Kongra Star a navçeyê dest pê dike. saet 17:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêş navenda desteyê ya li Qamişloyê daxuyaniyekê dide. Saet 10:00’an (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Dîwana Wêje ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên Hefteya Wêjeyî di roja dawî de li hola Burc a li Qamişloyê berdewam dike. Saet 15:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ‎Ebdulkerîm Omer anî ziman ku êrişeke nû ya muhtemel li dijî xaka Sûriyê dê rewşê aloztir bike ‎û derfetê bide DAIŞ`ê ku jinûve xwe bi rêxistin bike. (BI WÊNE Û DÎMEN) ‎

- Endamê Însiyatîfa Azadî ji bo Abdullah Ocalan a Sûriyê Haşim Hiso diyar kir ku rola wan a têkoşîna li dijî tecrîdê ew e ku layiqî berxwedana li Îmraliyê bin û got “Ji bo ku kêşeyên mirovahiyê werin çareserkirin divê Tirk, Kurd û mirovahî ji bo azadiya Rêbertî tê bikoşin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên navçeya Holê û taxa Xiwêran a bajarê Hesekê daxwaz kir ku li kampa Holê operasyoneke ewlehiyê pêk bê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên herêma Cizîrê bi tundî êrişên li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi van sûcan dixwaze tirsê çêke û got “Em ê li dijî planên dewleta Tirk tê bikoşin û axa Rojava bernadin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Şîrovekarekî siyasî projeya Erdogan a bicihkirina penaberan li herêmên dagirkirî şiband Kembera Ereban ku rêjîma Baasê li herêma Cizîrê pêk aniye û hişyarî da ku dibe ev projeya herî xeter li ser doza Kurdistanê be. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên Dirbêsiyê teqez kir ku komkujiya Bamernê ya Başûrê Kurdistanê berdewamiya komkujiyên rojane yên li li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Şêniyan got, PDK berpirsê wê komkujiyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

- Endamê Dîwana Wêjeyê diyar kir ku armanca lidarxistina Hefteya Wêjeyî nirxandina rewşa heyî ya wêjeyê ye. Beşdaran jî da xuyakirin asta tevlêbûnê baş bû û got “Di hefteyê de girîngiya wêjeyê berbiçav dibe.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Nûnera Kongra Star û cîgira seroka Weqfa Newroz a Çandî û Civakî li Lubnanê ‏Henan Osman da zanîn ku jinê rolek sereke di pêşketina civakên kevin û nûjen de lîst ‏û îsbat kir ku dikare guhertinên erênî pêk bîne, aşitiyê geş bike û nakokiyan red bike.

ANHA