‛Em ê berxwedana li hember êrişên dagirkeriyê bidomînin’

Koçberên Efrînê êrişên dewleta Tirk a dagirker ku klînîka li navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê kir armanc şermezar kir û got, "Li dijî van êrişan em ê bi hemû rêbazan berxwedana xwe dewam bikin."

‛Em ê berxwedana li hember êrişên dagirkeriyê bidomînin’
1 hezîran, 2022   14:20
ŞEHBA-CÛDÎ SÎPAN

Dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina klînîka tibî careke din welatiyên li herêmê armanc dike û bi vê re jî qanûnên navneteweyî bin pê dike, ji ber ku sûcekî şer tê dîtin.

Saet di 08: 30 vê sibê de balafirên bombebarkirî yên artêşa Tirk klînîka Dr Xelîl Şêx Hesen ê nexweşiyên jinan kir armanc, di encamê de hemû alavên wê hatin wêrankirin.

Ji destpêka ku serokkomarê Tirk Recep Teyyip Erdogan li dijî xaka Sûriyê gefên dagirkirina herêmê nû xwarin, artêşa Tirk û çeteyên wê êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir kirin, bi taybet li navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê ku bi sed hezaran koçberên Efrînê lê bi cih bûne. Her wiha bi balafirên bêmirov jî welatî û navendên xizmetguzariyê û tibî dike armanc.

Têkildarî mijarê Elî Henan ku bû şahidê hedefgirtina klînîkê got: "Balafirên artêşa Tirk saet di 08:30 sibê de klînîka doktor Xelîl Şêx Hisên kir armanc. Lê ev ne cara ewil e ku bi balafirên bêmirov navenda Til Rifetê hedef digire."

Elî Henan diyar kir ku artêşa Tirk hewl dide bi van êrişan welatiyan bitirsîne da ku wan ji navçeyê bide koçberkirin, piştre jî dagir bike.

Henan di dawiyê de li dijî êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker û hedefgirtina navendên tibî banga berdewamkirina xeta berxwedanê kir.

Koçbera bi navê Eyşê Mihemed jî axivî û got, hedefgirtina navendên tibî isbat dike ku dewleta Tirk dagirker di siyasetên xwe de bi bin ketiye, lewma çi kesên ji bo gelê herêmê xizmetê dike hedef digire.

Di dawiyê de Eyşe bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk şermezar kir û bang li rêxistinên xizmetguzariyê kir ku bi erka xwe rabin.

(eh)

ANHA