Şêx û rûspiyên Dêrazorê êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Bi armanca teqezkirina jiyana hevbeş a pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji bo bilindkirina asta hevgirtina pêkhateyan li hember êrişên dagirkeriyê, Komîteya Têkliyan a MSD'ê li gundewarê Dêrazorê panelek li dar xist.

Şêx û rûspiyên Dêrazorê êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
1 hezîran, 2022   14:59
DÊRAZORÊ

Gelek ji şêx û rûspiyên eşîran, nûnerên meclisên herêmê û saziyên sivîl ên gundewarên Dêrazorê û endamên Komîteya Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di panelê de amade bûn.

Panel bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê Komîteya Têkliyan a MSD'ê Enes El-Merfo bixêrhatina beşdaran kir.

Enes El-Merfo got: "Rola eşîran di parastina xakê de girîng û mezin e, taybet ligel binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker. Dewleta Tirk a dagirker ji bo pêkanîna armancên xwe zext li gelên Sûriyê û Iraqê dike, ev yek ne nû ye, dewleta Tirk 400 salan herêm dagir kir."

Piştre gelek şêx û rûspiyên eşîran axivîn. Şêxê Eşîra Şiêtat a gundewarên Dêrazorê ya rojhilat Nasir El-Teram got: "Em êriş û gefên dewleta Tirk qebûl nakin, em li gel QSD'ê ne û em bi fitneyên aliyên dijberî projeya neteweya demokratîk nayên xapandin."

Rûspiyê eşîra El-Beqan Ebdulqadir EL-Hesen jî got: "Em bala xwe didin ku dewleta Tirk binpêkirinên li hember xak û gelê me zêde kirin. Dewletên garantor û rêxistinên mafên mirovan bê bersiv in, gelo ev tê wateya ku ew li gel van êrişan in."

Rûspiyê eşîra El-Welî li bajaroka Sûse Elî El-Hemîd jî got: "Em li hember artêşa Tirk a dagirker bi rihê têkoşîn û azadiyê amade ne, em şêx, zarok û jin ji bo jiyaneke azad û aram tê dikoşin."

Di dawiya panelê de li ser navê şêx û rûspiyên eşîran daxuyaniyek ji aliyê şêx Ebdurehman El-Dixêfic ve hat xwendin..

Di dawxuyaniyê de ev tişt hat gotin: "Bi navê Îtîlafa Dêrazorê ya civakî ku ji rewşenbîr, şêx, rûspî, rêveber, partî, saziyên civaka sivîl û kesayetên serbixwe pêk tê em êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê şermezar dikin."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk bê ser û ber destwerdanê li xaka Sûriyê dike û sûcan li dijî serweriya Sûriyê pêk tîne. Erdogan û hikumeta wî bi armanca pêkanîna împratoriya faşîst li ser hesabê xaka Sûriyê û guhartina demografiya herêmê sûcan pêk tînin.

Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: "Em hêvî dikin ku NY bi erkên xwe yên rawestandina rijandina xwînê ji aliyê dewleta Tirk ve rabe. Em daxwaz dikin ku li hember binpêkirinên dewleta Tirk xwedî helwesteke cidî be û dewleta Tirk ji herêmên dagirkirî yên Sûriyê derxe."

(şt)

 ANHA