Kombûna Jinan a Zenûbiya salvegera damezirandina xwe li Reqayê pîroz kir

Kombûna Jinan a Zenûbiya bi boneya salvegera yekemîn a damezirandina kombûnê, şahiyek li Reqayê li dar xist.

Kombûna Jinan a Zenûbiya salvegera damezirandina xwe li Reqayê pîroz kir
1 hezîran, 2022   14:10
REQA

Kombûnê şahî li seyrangeha Mişwar a li başûrê Reqayê li dar xist. Tê de endamên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya şaxê Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê, endamên saziyên sivîl, leşkerî, seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xedro beşdar bûn.

Di şahiyê de berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Xûd El-Îsa axivî, bi xêrhatina beşdaran kir û pêwîstiya berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna azadî, wekheviyê ji jinan re teqez kir.

Her wiha Xûd El-Îsa diyar kir ku kombûn, berhema têkoşîna jinan li herêmên rizgarkirî ya 5 salan e.

Her wiha Xûd El-Îsa ragihand ku ew ê bi armanca pêşxistina jinan, bidawîkirina tundiyê, têkoşîna li dijî kuştin û xwekuştin, pirbûna jinan, zewicandina zarokan, gelek civînên berfireh li dar bixin.

Di şahiyê de, saziyên sivîl, leşkerî û Kongra Star peymanên pîrozkirinê şandin. Piştre komên Navenda Çand û Hunerê ya Reqa û Tebqayê şanoyên têkildarî rewşa jinan, sûcên li dijî wê û metirsiyên zewicandina zarokan, pêşandan.

Di dawiya şahiyê de Kombûna Jinan a Zenûbiya daxuyanî da. Berdevkê kombûnê Xûd El-Îsa daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, jin li hember hemû cureyên tundiyê û çewisandinê li ber xwe didin, da ku mafên xwe bi dest bixin. Şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji Rojava dest pê kir, li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû.

Jinan bi vîna xwe li hember rêxistinên herî terorîst şer kir, gelek herêm rizgar kirin. Ruxmî hemû astengî û zehmetiyan, di nav de siyasetên pergala çewisandinê û dûrketina wê ji çareserkirina aloziya Sûriyê, kirinên dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî, jin li ser gelek astan gav avêtin.

Em êrişa li ser jina bi navê Leyla Mihemed (70) û hemû rêbazên lêdan û îhanetê li dijî jinên Sûriyê çi li hundir yan jî derve şermezar dikin.

Em bang li jinan dikin ku li hember êrişên li ser jinên Sûriyê li herêmên dagirkirî, hevgirtî bin û piştgiriyê bidin.”

(şx)

ANHA