QSD'ê nasnemeya şehîdekî li Dêrazorê eşkere kir ‎

​​​​​​​QSD’ê nasnemeya şervanekî ku di 28'ê Gulana 2022'yan‏ de li Dêrazorê şehîd bûn eşkere kir û sersaxî ji malbata şehîd û hemû gel re xwest. ‎

QSD'ê nasnemeya şehîdekî li Dêrazorê eşkere kir ‎
1 hezîran, 2022   13:21
NAVENDA NÛÇEYAN ‎

Navenda Ragihandina QSD'ê daxuyaniyek da û tê de nasnameya şervanekî xwe ku li Dêrazorê di 28’ê Gulanê de şehîd bû, eşkere kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Hêzên me (QSD), li hember êrişên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst, hêzên dewleta Tirk a dagirekr û çeteyên wê yên li ser tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê disekinin. ‎

Rêxistina terorîst texmîn kir ku bi êrişên li ser girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê dê xîlafeta xwe vegerîne. Ew yek jî bi destekdayîna eşkere ya dewleta Tirk a dagirker bû.

Lê têkbirîna êrişa DAIŞ’ê û girtina hemû kesên ji girtîgehê revîne, ji hêla hêzên me xewnên rêxistina terorîst û piştigirên wan badilhewa bûn. ‎

Hevalê Munzir Xelef beşdarî gelek şerên li dijî DAIŞ'ê bû û li hember êrişên wan ên hov ‎berxwedanekî mezin raber kir. Rojekê jî ji şerê sing bi sing li hember dijmin dudilî nebû. Şervanekî bi sebir, xwedî exlaq bû.

Em şehîd Munzir Xelef bi bîr tînin û sersaxî ji malbata şehîd û gel re dixwezin. Her wiha ‎soza şopandina rêya wan heta ku armanc û hêviyên wan pêk bînin, didin

Nasnemeya şehîd wiha ye: ‎

Nav û paşnav: Munzir Xelef ‎

Navê dê: Sureya

Navê bav: Casim

Cihê ji dayikbûnê: Tirbêspiyê

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor 28'ê Gulana 2022'an"

(dm)

ANHA