Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê êrişên dewleta Tirk şermezar kir

Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê êrişên dewleta Tirk ên li ser serweriya Iraqê şermezar kir û diyar kir ku divê dewleta Tirkiye rêz li serweriya Iraqê bigire.

Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê êrişên dewleta Tirk şermezar kir
1 hezîran, 2022   12:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em destdirêjiyên dubare yên hêzên Tirkyeyê yên li ser xak û gelê Iraqê û binpêkirina sînoran şermezar dikin.

Li gorî me, çarçoveya yasayî yekane rêya ji bo çareserkirina krîzane. Çavkaniyên îdeolojî, darayî, yan jî her çi be, pêwîste bi hemahengî û danûstandina were çareserkirin ne bi êrişkirin û derbaskirina sînoran."

Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê diyar kir ku divê hikûmeta Tirkiyeyê rêzê ji serweriya Iraqê re bigire û wiha dewam kir: “Em her hincetek ji aliyê Enqereyê ve ya ji bo berfirehkirina çalakiyên leşkerî û destdirêjiya li ser Iraqê red dikin. Em vê yekê weke binpêkirinek eşkere ya serweriya Iraqê dibînin  û divê hikûmeta Iraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî berpirsiyariya parastina xak û gelê Iraqê li stûyê xwe bigirin. Daxwaza derketina hebûna hemû hêzên neyasayî dikin ku ji derveyî bazinê dewleta Iraqê li xaka Iraqê çek hilbirtî bin.”