​​​​​​​QSD`ê li Mergedeyê 4 çeteyên DAIŞ`ê girtin

QSD`ê ragihand ku di çarçoveya operasyoneke ewlehiyê de li bajarokê Mergede yê rojhilatê Hesekê 4 çeteyên DAIŞ`ê girtin di nav de serçeteyek heye. Her wiha çek û cebilxaneya pê re desteser kirin.

​​​​​​​QSD`ê li Mergedeyê 4 çeteyên DAIŞ`ê girtin
1 hezîran, 2022   13:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê lidarxistina operasyonekê ji aliyê Yekîneyên Têkoşîna Terorê li dijî DAIŞ`ê ve dest pê kiriye.

QSD`ê di daxuyaniya xwe de got: “Hêzên me di 30`yê Gulanê de hemleyek li dijî şaneyên DAIŞ`ê li bajarokê Mergede yê rojhilatê Hesekê li dar xist. Hêzên me di wê hemleyê de 4 terorîst girtin di nav de serçeteyek heye. Her wiha çek û cebilxaneya pê re desteser kirin.

Hêzên me bi çeteyan re 3 qilêş, dabanceyek, 10 telefonên berîkan, bombekşinek, 2 dûrbîn, kamereyek û amûrek ji bo înternetê (Wifi) girtin.

Ev şane li dijî hêzên me û sivîlan êrişên terorîst pêk dianîn. Çek û cebilxane ji şaneyên din re peyda dikirin. Her şaneyek ji 4 terorîstan pêk tê.”

(şx)

ANHA