Yekitî û xebatkarên tenduristiyê banga şandina komîteyên tenduristiyê ji Îmraliyê re kir

Yekitî û xebên attenduristiyê yên li herêmê bang li CPT`ê kirin ku zextê li dewleta Tirk û rêxistinên navneteweyî bike da ku rêxistinên tenduristiyê komîteyên tenduristiyê bişînin Girtîgeha Îmraliyê û rewşa tenduristî ya rêber Ocalan nas bikin.

Yekitî û xebatkarên tenduristiyê banga şandina komîteyên tenduristiyê ji Îmraliyê re kir
1 hezîran, 2022   12:12
NAVENDA NÛÇEYAN-QAMIŞLO

Yekitî û xebatkarên tenduristiyê tevî Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê têkildarî rewşa rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.

 Berpirsê Nisîgeha Têkiliyên Dîplomatîk a Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Silêman Ehmed daxuyanî bi zimanê erebî xwend û bi zimanê kurdî jî hevseroka Komîteya Tenduristiyê ya Qamişlo Rojîn Ehmed li pêşiya Nexweşxaneya Dil û Çav xwend.

Daxuyaniyê wiha ye:

"Em bang li civata navneteweyî û rêxistinên mirovî yên ku di warê mirovahî û mafên mirovan de dixebitin, dikin ku erka xwe ya li hember fylozofê neteweya demokratîk û biratiya gelan birêz Abdullah Ocalan pêk bînin û zextê li dewleta Tirk bikin da ku dawî li tecrîdê bîne.

Rêber Abdullah Ocalan zêdetirî 23 sal in di bin şert û mercên tenduristiyê yên xerab de li girtîgeha Îmraliyê ye, ji ber vê yekê em ji Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) daxwaz dikin ku bi lez destwerdanê bike û bi zexta li ser dewleta Tirk û saziyên navneteweyî yên têkildar erka xwe bi cih bîne û rê bide saziyên tenduristiyê ku komîteyên tenduristiyê ji bo kontrolkirina rewşa tenduristî ya rêber Ocalan bişînin. Her wiha destûr bidin parêzer û malbata wî jî ku serdana rêber Ocalan bikin, ku temenê wî 73 sal derbas kiriye û di bin şert û mercên ne guncaw ên jîngehê û tenduristiyê di hucreya yekkesî de tê ragirtin.”

Di dewama daxuyaniyê de hate bibîrixistin ku rêber Ocalan qasidê aştî û biratiya gelan e, ji ber ku ew xwedî însiyatîfa avakirina aştiyê li herêmê ye û hate gotin: “Em xebatkarên tenduristiyê ji bo rewşa tenduristiyê ya birêz Abdullah Ocalan bibînin, amade ne ku şandeya tenduristiyê bişînin Girava Îmraliyê.

Her wiha em kiryarên dijmirovahî yên vê dawiyê, qedexekirina li ser Rêbertî ya 6 mehên din ên li dijî nûnerê îradeya gelan a azadî, wekhevî û demokrasiyê ya birêz Abdullah Ocalan, şermezar dikin”.

ANHA