31 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin tev li dewreya efseran bûn

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin li Akademiya Hîra Wan a li gundê Girsor ê Qamişloyê Dewreya Şehîd Rûken Botan ya efseran ji 31 endamên jin re vekir.

31 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin tev li dewreya efseran bûn
1 hezîran, 2022   11:58
QAMIŞLO

Dewre li ser navê şervana YPJ`ê Rûken Botan e ku di 16'ê Gulana 2015'an de, di şerê li dijî DAIŞ'ê de li Serêkaniyê şehîd bûbû.

31  endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin tev li dewreyê bûn ku dê 3 mehan bidome.

Rêvberiyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û malbatên endamên tev li dewreyê bûne, tev li merasîma vekirina dewreyê bûn.

Endamên tev li dewreyê bûne, toraneke leşkerî li dar xist. Piştre hevseroka Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Firyal Hesen vekirina dewreyê pîroz kir û pesna xebatên Hêzên Ewlekariya Hundirîn di parastina ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriye de da.

Firyal Hesen bang li tevahî endamên ku tev li perwerdeyê bûne kir ku perwerdeyê esas bigirin da ku xwe di hemû aliyên bîrdozî, leşkerî û ewlehî de xurt bikin, her wiha soz da ku dê rêya şehîdan bişopînin û li hember astengiyên li pêş herêmê û bi taybet jinan, bisekinin.

(dm)

ANHA