Bîlançoya êrişên mehekê li ser Şera, Şêrawa û Şehbayê hat eşkerekirin

Bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên meha Gulanê li ser gundên navçeyên Şera û Şêrawayê yên girêdayî kantona Efrînê û gundên kantona Şehbayê, hat eşkerekirin.

Bîlançoya êrişên mehekê li ser Şera, Şêrawa û Şehbayê hat eşkerekirin
1 hezîran, 2022   09:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di Gulana 2022`an de bi şev û roj gundên navçeya Şera û Şêrawa yên Efrîna dagirkirî û gundên kantona Şehbayê, bi çekên giran û navîn bênavber hedef girt.

Bîlançoya mehekê wiha ye:

1`ê Gulanê, bi şev û roj gundên Minix, Eyn Îs, Merenaz, Elqemiyê, Îrşadiyê, Tinib, Malikiyê, Şewarxa, Bênê, Aqîbê, Soxanekê, Qinêtirê, Zirneîtê, her wiha gundê Meyasê bi 100 obîs û 19 hawanan hatin hedefgirtin. Her wiha balafirên keşfê û şer li ser xeta Şehba û Şêrewa geriyan.

2`ê Gulanê, bi şev û roj gundên Merenaz, Malikiye, Şewarxa, Bênê, Aqîbê, Soxanekê û Meyasê bi 200 obîsan û doçkayê hatin topbarankirin. Balafirên keşfê û şer li ser xeta Şehba û Şêrewa geriyan.

3`ê Gulanê, bi şev û roj gundên Malikiyê, Şewarxa, Merenaz, Eyn Deqnê û Til Rifet bi 308 obîsan hatin hedefgirtin. Her wiha balafirên keşfê û şer li ser xeta Şehba û Şêrewa geriyan.

4`ê Gulanê bi şev û roj gundên Merenaz, Malikiyê, Bênê, Til Rifet, Samûqa, Hirbil û Şêx Îs bi 650 obîs, 30 hawan û doçkayê hatin topbarankirin. Li ser xeta Şehba û Şêrewa balafirên keşfê û şer geriyan.

5`ê Gulanê, bi şev û roj gundên Bênê, Soxanekê, Şewarxa, Merenaz û Eyn Deqnê bi 50 obîsan û 30 guleyên tankan hatin hedefgirtin. Her wiha balafirên şer û yên keşfê li ser xeta Şehba û Şêrawa geriyan.

6`ê Gulanê, bi şev û roj gundên Zîwan, Til Eynab, Samûqa, Til Medîq, Cebel Nayêf, Meyasê, Zirneîtê, Malikiyê, Şewarxa û Merenaz bi 20 hawan, 30 obîs û 18 guleyên tankan hatin hedefgirtin. Tevgera balafirên şer û yên keşfê li xeta Şehba û Şêrawa hebû.

7`ê Gulanê, bi şev û roj gundên Aqîbê, Hirşê, Soxanekê, Bênê, Şewarxa, Malikiyê, Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Til Rifet, Şêx îs, Til Eynab, bendava Şehbayê û Cebel Nayêf bi 50 obîsan, 25 hawan û doçkayê hatin hedefgirtin. Her wiha balafirên keşfê û yên şer li ser xeta Şehba û Şêrawa geriyan.

8`ê Gulanê, bi şev û roj gundên Merenaz, Malikiyê, Tepê Ş.Xabûr, Tat Meraş, Tepe Meyasê, Soxanekê û Aqîbê bi 60 obîsan, 35 guleyên tankan hatin hedefgirtin. Li xeta Şehba û Şêrawa tevgera balafirên şer û yên keşfê hebû.

9`ê Gulanê, bi şev û roj gundên Merenaz, Malikiyê, Tepê Ş.Xabûr, Tat Meraş, Tepê Meyasê, daristana Soxanekê, daristana Aqîbê bi 210 obîsan, 80 guleyên tankan û doçkayê hatin hedefgirtin. Balafirên şer û keşfê li asîmanê Şehba û Şêrawa geriyan.

10`ê Gulanê, bi şev û roj gundên Minix, Merenaz, Eyn Deqnê, Şêx Îsa, Malikiyê, Şewarxa, daristana Soxanekê, Tepê Meyasê, Şewarxa bi 35 obîsan, 15 guleyan û doçkayê hatin hedefgirtin. Her wiha balafirên şer li ser xeta Şehba û Şêrawa geriyan.

11`ê Gulanê, bi şev û roj gundên Îrşadiyê, Soxanekê, Şêx Eqîl, Minix, Bêlûniyê, Şêx Îs, Til Rifat, Eyn Deqnê bi 20 obîsan û 7 guleyên tankan hatin hedefgirtin. Her wiha balafirên şer û yên keşfê li ser xeta Şehba û Şêrawa geriyan.

12`ê Gulanê, bi şev û roj gundên Hasîn, Qeramêl, Minix, Şêx Îs, Til Rifet, Bêlûniyê, Şêx Hîlal, Aqîbê, Tepê Meyasê, Şêx Eqîl, Til Ecar, Îrşadiyê, Şewarxa, Bênê bi 120 obîsan, 19 guleyên tankan û doçkayê hatin hedefgirtin. Her wiha balafirên şer û yên keşfê li ser xeta Şehba û Şêrawa geriyan.

13`ê Gulanê, bi şev û roj gundên Bênê, Şêx Eqîl, Aqîbê, Tinib, Tat Meraş, Merenaz, Hirbil, Til Cîcan bi 200 obîsan, 17 guleyên tankan û doçkayê hatin hedefgirtin. Her wiha balafirên şer û yên keşfê li ser xeta Şehba û Şêrawa geriyan.

14`ê Gulanê, bi şev û roj gundên Bêlûniyê, Şêx Îs, Til Qerah, Werdiyê, Hirbil, Bendava Şehbayê, Samûqa bi 48 obîsan û doçkayê hatin hedefgirtin. Her wiha balafirên şer û yên keşfê li ser xeta Şehba û Şêrawayê geriyan.

15`ê Gulanê, bi şev û roj gundên Qinêtirê, Soxanekê, Bênê, Îrşadiyê, Malikiyê, Şewarxa, Eyn Deqinê, Minix, Bêlûniyê yên Şehba û Şêrawayê bi 80 obîsan û doçkayê hatin hedefgirtin.

16`ê Gulanê, bi şev û roj gundên Bêlûniyê, Şex Îsa, Hirbil, Samûqa, Werdiyê, Şealê, Radarê, Mediyonê û Xerabşeh bi 300 obîsan û 40 hawanan hatin hedefgirtin. Her wiha balafirên keşfê û yên şer li ser xeta Şehba û Şêrawa geriyan.

17`ê Gulanê, bi şev û roj gundên Tinib, Merenaz, Şerwarxa, Malikiyê, Hirbil, Meyasê, Bênê, Bircqasê, Îrşadiyê, Mişêrfê bi 130 obîsan hatin topbarankirin. Her wiha balafirên şer û yên keşfê li asîmanê Şehba û Şêrawayê geriyan.

18`ê Gulanê, bi şev û roj gundên Bênê, Şêx Eqîl, Aqîbê, Tinib,Tat Meraş, Merenaz, Hirbil û Til Cîcan bi 90 obîsan û 30 guleyên tankan hatin hedefgirtin. Her wiha balafirên şer û yên keşfê li ser xeta Şehba û Şêrawa geriyan.

19`ê Gulanê, bi şev û roj gundên Bênê, Şewarqa, Tepê Meyasê û Merenaz bi 160 obîsan hatin hedefgirtin. Her wiha balafirên keşfê û yên şer li ser xeta Şehba û Şêrawa geriyan.

20`ê Gulanê, bi şev û roj gundên Bênê, Til Madîq, Miniq, Merenaz, Şerwarxa yên Şehba û Şêrawayê bi 200 obîsan, 19 guleyên tankan û 40 hawanan hatin hedefgirtin. Her wiha balafirên şer û keşfê li ser xeta Şehba û Şêrawayê geriyan.

21`ê Gulanê, bi şev û roj gundên Soxanekê, Aqîbê, Şewarxa, Merenaz, Samûqa, Cebel Nayêf, Bendava Şehbayê, Til Madîq, Minix ên bi 180 obîsan, 40 hawanan û 27 guleyên tankan hatin hedefgirtin. Her wiha balafirên şer û yên keşfê li ser xeta Şehba û Şêrawa geriyan.

22`ê Gulanê, bi şev û roj gundên Miniq, Eyn Daqnê, Bêlûniyê, Hirbil, Samûqa, Til Eynêb, Soxenekê, Benê, Merenaz, Til Qerah, Til Sosîn bi 70 obîsan û 16 hawanan hatin hedefgirtin. Her wiha balafirên şer û yên keşfê li ser xeta Şehba û Şêrawayê geriyan.

23`ê Gulanê, bi şev û roj gundên Eyn Deqinê, Bendava Şehbayê, navbera Kefer Qarês û Wehşiyê bi 200 obîsan û 23 guleyên tankan hatin hedefgirtin. Her wiha balafirên keşfê û yên şer li ser xeta Şehba û Şêrawayê geriyan.

24`ê Gulanê, bi şev û roj gundên Bênê, Soxanekê, Malikîyê, Merenaz, Hesacêk, Wehşîyê, Um Hoş, Hirbil bi 170 obîsan û doçkayê hatin hedefgirtin. Her wiha balafirên keşfê û yên şer li ser xeta Şehba û Şêrawayê geriyan.

25`ê Gulanê bi şev û roj gundên Um Hoş, Wehşiyê, Minix, Eyn Deqinê, Wardîye, Girnata, Um Qura, Hasecêk, Merenaz, Malikiyê, Elqamîyê, Sonaxekê, Aqîbê yên Şehba û Şêrawayê bi 300 obîsan û 40 hawanan hatin hedefgirtin. Her wiha balafirên şer û yên keşfê li ser xeta Şehba û Şêrawayê geriyan.

26`ê Gulanê, bi şev û roj gundên Merenaz, Malikîyê, Elqemîyê, Tepê Kulotiyê, Aqîbê, Soxanekê, Ziyaretê û Bênê 500 obîsan, 100 hawanan û 50 guleyên tankan hatin hedefgirtin. Her wiha balafirên şer û yên keşfê li ser xeta Şehba û Şêrawa geriyan.

27`ê Gulanê, bi şev û roj gundên Bênê, Şewarxa, Hirşê Soxanekê, ser riya Qinêtirê, Tat Meraş, Um El-Qura, Hesacêk, Til Rifat, Eyn Deqinê, Bêlûniyê bi 60 obîsan, 20 guleyên tankan û doçkayê hatin hedefgirtin. Her wiha balafirên keşfê û yên şer li ser xeta Şehba û Şêrawa geriyan.

28`ê Gulanê, bi şev û roj gundên Minix, Eyn Deqinê, Bêlûniyê, Soxanekê, Merenaz, Tat Meraş, Şewarxa, Qinêtirê bi 50 guleyan û 17 hawanan hatin hedefgirtin. Her wiha balafirên şer û yên keşfê li ser xeta Şehba û Şêrawa geriyan.

29`ê Gulanê, bi şev û roj gundên Minix, Hirbil, Um Hoş, Şewarxa, Tinib, Soxanekê, Merenaz, Malikiyê yên Şehba û Şêrawayê bi  27 obîsan û doçkayê hatin hedefgirtin. Her wiha balafirên şer û yên keşfê li ser xeta Şehba û Şêrawa geriyan.

30`ê Gulanê, bi şev û roj gundên Bênê, Şewarxa, Tat Meraş, Merenaz, Tinib, Şêx Îs, Til Rifet, Til Qerah ,Til Rehal, Mediyûnê, Um Hoş bi 14 hawan, 30 obîsan û doçkayê hatin hedefgirtin. Her wiha balafirên şer û yên keşfê li ser xeta Şêrawa û Şehba geriyan.

31`ê Gulanê, bi şev û roj gundên Bênê, Bêlûniyê, Tinib, Merenaz, Soxanekê, Malikiyê yên Şehba û Şêrawayê bi 20 obîsan hatin hedefgirtin. Her wiha balafirên keşfê û yên şer li ser xeta Şehba û Şêrawa geriyan.

Di topbaranê de, 4 hezar û 638 obîs, 217 guleyên tankê û 552 guleyên hawanê hatin bikaranîn.

 Her wiha 3 caran bi balafireke bê mirov a biçek êriş pêk hatiye.

 3 balafirên bêmirov ên biçek hatine xistin.

ANHA