HPG'ê nasnameya 3 gerîlayan eşkere kir

HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Zapê şehîd bûn eşkere kir û got, “em ê tola hevrêyên xwe yên fedaî Cûmalî, Tolhildan, Hawar û ya hemû şehîdên şoreşê bistînin û xeyalên wan pêk bînin.”

HPG'ê nasnameya 3 gerîlayan eşkere kir
1 hezîran, 2022   07:49
NAVENA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Li qada berxwedanê ya Girê Cûdî ya herêma Zapê ku êrişên dijmin ên dagirkeriyê li vê qadê giran e, hevrêyên me Cûmalî, Tolhildan û Hawar ên di nava tîmên bi tevger de bûn, hîn di kêliya destpêkê ya êrişê de derbên giran li dijmin xistin. Mîna li qadên din ên berxwedanê yên herêma Zapê, li qada berxwedanê ya Girê Cûdî jî van hevrêyên me nîşan dan ku berxwedan wê bi rengê fedaî be û Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş dan destpêkirin. Em soza xwe dubare dikin ku têkoşîna hevrêyên xwe Cûmalî, Tolhildan û Hawar bi biryardarî bi ser bixînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Cûmalî Devran

Nav paşnav: Îbrahîm Dînçer

Cihê jidayikbûnê: Edene

Dayik-Bav: Kamîle-Huseyîn

Dem û cihê şehadetê: 26'ê Gulana 2022, Zap

Nasnav: Tolhildan Karker

Nav paşnav: Mehmet Aylû

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

Dayik-Bav: Milkiye-Salih

Dem û cihê şehadetê: 25'ê Gulana 2022, Zap

Nasnav: Hawar Qamişlo

Nav paşnav: Menaf Alî Îsmaîl

Cihê jidayikbûnê: Qamişlo

Dayik-Bav: Mîhat-Alî

Dem û cihê şehadetê: 25'ê Gulana 2022, Zap

Em soza xwe dubare dikin ku em ê tola hevrêyên xwe yên fedaî Cûmalî, Tolhildan, Hawar û ya hemû şehîdên şoreşê bistînin û xeyalên wan pêk bînin. Malbatên hêja yên hevrêyên me di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.”