'Rizgarkirina Minbicê destpêkeke nû ber bi jiyana azad û bi rûmet ve bû'

Piştî 5 salan ji destpêkirina pêngava leşkerî ya rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê, berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Îbtîsam Ebdulqadir da zanîn ku piştî rizgarkirina bajêr rewşa jinan hate guhartin û bi "Destpêkeke nû ya ber bi jiyana azad û rûmet ve " wesifand.

'Rizgarkirina Minbicê destpêkeke nû ber bi jiyana azad û bi rûmet ve bû'
1 hezîran, 2022   07:19
MINBIC-SELWA EBDULREHMAN

Piştî destpêkirina şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an, jinan di hemû qadana de cih girt, xwe bi rêxistin kir û hêzên xwe yên parastinê ava kir da ku destkeftiyên gel û şoreşa ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin, biparêze.

JI MALÊ BER BI BIRÊVEBIRINA CIVAKÊ VE

Li bajarê Minbicê piştî 5 salan ji destpêkirina pêngava leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 1`ê Hezîrana 2016`an de ku ji bo rizgarkirina bajêr ji DAIŞ`ê ragihandibû, rewşa jinan ji binî ve hat guhertin. Êdî jin li Minbicê cihê xwe di rêveberî, fermandarî, parastinê û parastina jinan ji hemû sûcan de girt.

Berovajî kirinên çeteyên DAIŞ`ê li dijî jinan ku ji malê dernekeve, derketina wê heram e, divê rûyê xwe binixumînin, nabe fêrî xwendinê bibe, piştî rizgarkirinê rewşa jinan hate guhertin.

Berdeveka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Îbtîsam Ebdulqadir teqez kir ku jinan li Minbicê li ber xwe da û ji bo rizgar bibe û jiyaneke azad bê koletî û tundî bêjî, tê koşiya. 

NÛNERTIYA WEKHEV

Piştî rizgarkirina bajarê Minbicê, jinan gavên mezin avêt, cihê xwe di hemû qadana de girt. Bi rêjeyeke mezin û nûnertiyeke wekhev cihê xwe di meclis û komînan de girt. Her wiha dest bi avakirina saziyên xwe yên xweser kir.

Îbtîsam Ebdulqadir pêngava leşkerî ya QSD'ê, bi destpêkeke nû bo jinan wesifand ku tê de bi rûmet û azad bijî, bi rêya pergala xwe ya parastinê; Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jin parast.

Îbtîsam wiha domand: "Jin di qadên aborî, çandî, perwerde û dîplomatk de cih digirin, îsbat kirin ku ew dikarin vê qonaxa çarenûsî di pêkanîna wekhevî û avakirina civakê de bi rêve bibin."

Îbtîsam Ebdulqadir diyar kir ku jinan bi rêya perwerdeyên bîrdozî yên ku di akademiyên bîrdozî de dîtine roleke pêşeng bi fikr û zanabûneke birêxistinkirî di rêveberî û komîteyan de lîst.

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Îbtîsam Ebdulqadir destnîşan kir ku jin li Minbicê bi rêjeya ji sedî 50 tev li xebatên Rêveberiya Xweser bûne ji hevserokatiya meclisan, komînan û komîteyên sivîl û leşkerî bigire heta bigihêje vekirina saziyên xweser ên jinan û wiha domand: “Jin bi rêya Mala Jinan û Navenda Jinelojî û gelek saziyên taybet, têne perwerdekirin.”

(şt)

ANHA