Rojnameyên erebî: Her du hikumetên Lîbyayê parçebûna li welêt zêdetir dikin

Rojnameyên erebî yên vê sibê derketine, der barê xitimîna siyasî li Iraqê, hilbijartinên Lubnanê û parçebûna siyasî li Lîbyayê de nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Her du hikumetên Lîbyayê parçebûna li welêt zêdetir dikin
1 hezîran, 2022   08:14
NAVENDA NÛÇEYAN

HINDEK MAYE MUHLETA DUYEMÎN A SADIR DAYE BI DAWÎ BIBE

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî rewşa Iraqê wiha nivisî: “Serokê Şepêla Sadir Muqteda Sadir xwe ji pirsgirêka Iraqê dide alî û Çarçoveya Koordînekirî dide pêş. Xitimîna siyasî û têkçûna hemû însiyatîfên ji bo avakirina hikumetê berdewam dike. Sadir derfetek dabû Çarçoveya Koordînekirî da ku hikumetê ava bike û hemû alî nexasim yên Şîe bigihêje çareseriyekê. Lê li gorî nîşaneyên heyî, pirsgirêka serokkomariyê ji ber serhişkiya her du partiyên kurdî di hilbijartina namzetên xwe ji bo peywira serokatiyê, dê dewam bike. Di demeke kin de ji bo gihaştine çareseriyekê, sê însiyatîf hatin ragihandin lê hemû bi bin ketin. Beriya muhleta duyemîn a 30 rojî, Sadir îsiyatîfek din ragihand tê de bang li parlamanterên serbixwe (40 parlamanter) kir ku tev li hevbendiya sêalî (Înqaz Weten) bibin ku ji hevbendiya “serweriyê” a Sunî û Partiya Demokrat a Kurdistanê bi serokatiya Mesûd Barzanî pêk tê. Lê parlamanterên serbixwe ew yek red kir û bi însiyatîfeke taybet ragihandin ku ew tevlî tu blokên Şîe (Sadir an Çarçoveya Koordînekirî) nabin.

Bi nêzîkbûna bidawîbûna muhleta 30 rojan a Sadir diyar kiriye, li asoyan tu nîşaneyên derbaskirina xitimîna siyasî di 2 hefteyên bê de, xuya nakin. Ruxmî ku her du partiyên kurd ku di vê dawiyê de lidarxistina civînan li Hewlêr û Silêmaniyê didomînin, lê pirsgirêka serokatiya komarê çareser nebûye.”

NEBÎH BERÎ: DÎNAZORÊ SIYASÎ YÊ 30 SAL IN LI SER PEYWIRÊ YE

Der barê hilbijartinên Lubnanê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Nebîh Berî careke din ji bo serokatiya parlamentoyê hate hilbijartin. Hêzên Guhertinê wî bi dînazorê siyasî ku 30 sal in li ser peywirê ye û nehiştiye kesekî din cihê wî bigire, bi nav dikin. Her wiha wî destpêkê xizmeta ajandeyên rejîma Sûriyê û Îranê û ajandeyên derve kiriye.

Hin aliyên hêzên guhertinê yên Lubnanê dibêjin, destê Berî ji peywirê nabe, heta ew bi serokê parlamantoyê heta hetayê tê binavkirin.

Her wiha gotin kesên deng dane Berî alîgirên wî ne û naxwazin ji parlamentoyê derkevin û îmtiyazên siyasî û çapemeniyê winda bikin.

Li gorî çavdêran, Berî navnîşaneke rastîn a berdewamkirina pergala kotaya mezhebî ye. Bi wê yekê ew piraniya lihevhatin û lihevkirinên di navbera aliyên dijber ên Lubnanê de, bi rêve dibe. He wiha ew bi hewldanên xwe yên kontrolkirina hêrsa gel tê nasîn.”

LI LÎBYAYÊ PARÇEBÛNA SIYASÎ BERDEWAM E

Girêdayî parçebûna siyasî li Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Gelek geşedanên nû li Lîbyayê rû dan, bang li hikumeta Fethî Başaxa hat kirin ku xebatên xwe li şûna Terablusê, ji Sertê dest pê bike. Gelek kes dibêjin ku welat vegeriyaye rewşa parçebûnê. Hinek din jî xwe dispêrin çareseriyeke siyasî ku saziyên dewletên dike yeke û rê li pêşiya lidarxistina hilbijartinan vedike.

Serokê Meclisa Parlamenteran a Lîbyayê Eqîle Salih duh bang li hikumeta Lîbyayê kir ku kar û xebatên xwe li şûna Terablusê, li Sirt bike. Serokê hikumeta erkdarkirî Fethî Başaxa jî got ew pabendî destpêkirina kar û xebatan e beyî bikaranîna tundiyê. Salih di civînên saziyên serdestiyê de li Sert got: “Em bang li hikumeta Lîbyayê dikin ku kar û xebatên xwe ji Sirt dest pê bike, budçeyê ji meclisê re di çend rojên bê de pêşkêş bike. Ez careke din bang li serdozgerê giştî û saziyên çavdêriyê dikin ku erkên xwe bînin cih û îstiqrarê ferz bikin.”

Li gorî çavdêran, Lîbya vegeriye rewşa parçebûnê, lê fikar tune ne ku ev parçebûn bibe sedema şerekî navxweyî. Her wiha destnîşan kirin ku heke du hikumetên hevrik hebin dê derfetên dewletê di navbera wan de bê parçekirin. Dê rêveberiyên nakok, kar û xebatên xwe bimeşînin heta ku çareseriyeke siyasî li ser bingeha yekkirina saziyan û pêkanîna berjewendiya giştî û piştre lidarxistina hilbijartinan, pêk were.”

(şx)