​​​​​​​Kampa Holê: Bombeya li ber teqînê ye û divê were bêbandorkirin û vemirandin

Li kampa Holê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara kuştiyan bû 148 kes û 103 birîndar. Tevî keda zêde ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di nava 5 mehên dawî de 18 kes li kampê hatin kuştin û 13 jî birîndar bûn.

​​​​​​​Kampa Holê: Bombeya li ber teqînê ye û divê were bêbandorkirin û vemirandin
1 hezîran, 2022   01:45
HESEKÊ – HENAR ÎBRAHÎM

Li gorî daneyên belgekirî ya kampa Holê (45 km rojhilatê navenda kantona Hesekê) ku xetertirîn kampên li cîhanê ye, êdî dest bi pêxistina fetîla vê bombeya li ber teqînê hatiye kirin.

Bi vê yekê re eşkere dibe ku civak û hêzên navneteweyî tu berpirsiyariyên xwe li hember dosyaya malbatên çeteyên DAIŞ’ê pêk naynin, her wiha Rêveberiya Xweser û hêzên wê yên leşkerî û ewlehî bi tenê li hember vê xeteriyê hiştine ku hemû dewlet nikarin vê erkê rakin.

Di kampa Holê de ku ji 9 beşan pêk tê û li gorî qeydên rêveberiya kampê ku 56 hezar û 97 kes ji wan 29 hezar û 152 kes xwedî nasnameya iraqî ne, ji ciwan, mêr, jin û zarokan di nava 7 hezar û 791 malbatê de ne.  Ji wan 18 hezar û 863 kes ji ciwan, mêr, jin û zarok di nava 998 malbatê de ne ku xwedî nasnameya sûrî ne.

Jin û zarokên çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî digihêje 8 hezar û 109 kes di nava 2 hezar û 416 malbatan de ku ji 54 nasnameyên biyanî ne û di beşekî cûda de dijîn û ew jî beşa 9`emîn bi navê "Beşa El-Muhacîrat" tê naskirin.

Sûc û bûyer di nava kampê de ji kuştin, , serjêkirin, qamçiyan, şewitandina kon û îşkence ji aliyê şaneyên çeteyên DAIŞ`ê ve ku di nava kampê de hatine avakirin bi rêya jinên radîkal ku fikrê DAIŞ`î yê radîkal di serê wan de, didomin. Ev jî bi rêya sûc û kesayetên têne hedefgirtin, diyar dibe. Her wiha li gorî rêveberiya kampê û aliyên ewlehiyê ku teqez dikin ku bi hatina malbatên çeteyan ber bi kampa Holê ve di Adara 2019`an de ev sûc hatin destpêkirin.

Li gorî belge û qeydên rêveberiya Kampa Holê ji destpêka hatina malbatên çeteyan ji kampê re, 148 kes hatine kuştin, 103 di bûyeran de birîndar bûne. Her wiha di nava 5 mehên borî de 18 rewşên kuştin û 13 rewşên birîndarbûnê rû dane.

Her wiha şaneyên çeteyên DAIŞ`ê ji destpêka sala 2022`yan ve 23 kon bi zanebûn şewitandin. Bi vê yekê gefan li niştecihên kampê dixin û metirsiyan di nava wan de çêdikin. Ev jî zêdebûna tevgera şaneyan li gorî sala borî diyar dike ku tenê 13 kon bi zanebûn hatin şewitandin.

Di kampê de tevgera şaneyên çeteyên DAIŞ`ê û hedefgirtina endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku berpirsa şopandina kampê û ferzkirina ewlehiyê ye hate dîtin. Her wiha xebatkarên rêxistinên alîkarî û mirovahiyê jî hatin hedefgirtin. Tevger zêde bû û veguherî hedefgirtina dewriyeyên hêzên ewlehiyê yên gerok di nava kampê de. Mîna di 28`ê Adara borî de û piştî êrişa çeteyên DAIŞ`ê li ser girtîgeha Sînaayê ji bo hêsankirina revandina çeteyan ji girtîgehê çêbûye.

Tevî xebatên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hêzên wê yên leşkerî û ewlehî ku xeteriyê sînordar bike lê jin û şaneyên DAIŞ`ê ji bo xurtkirina fikrên DAIŞ`î di nava kampê de û neçarkirina niştecihên wê ku van fikreyan pêk bînin û pêve girêdayî bin her wiha cezakirina her kesê ku vê yekê binpê dike, dixebitin. 

Digel paşguhkirina hêzên navneteweyî û reva ji berpirsiyariyên xwe, berdewama banga Rêveberiya Xweser û QSD`ê ji bo pêkanîna dewletan ji erkên xwe re li hember welatiyên wan ku tev li nava DAIŞ`ê bûne û vemirandina bombeya li ber teqînê, kampên malbatên çeteyên DAIŞ`ê yek ji beşên di dosyaya DAIŞ`ê de ye ku divê were çareserkirin nexasim piştî êrişa li ser girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê ku 5 hezar çete tê de bûn.

(bx)

ANHA