Xwendekarên herêma Efrînê bi kêfxweşî bawernameyên xwe wergirtin

Îro Desteya Perwerdeyê ya Herêma Efrînê bawername li tevahiya xwendekarên herêma Efrînê belav kir û xwendekarên serkeftî xelat kir.

Xwendekarên herêma Efrînê bi kêfxweşî bawernameyên xwe wergirtin
31 gulan, 2022   12:53
ŞEHBA

Girêdayî mijarê endamê rêveber ê Dibistana Şehîd Egîd ê navçeya Ehdasê Mihemed Nûr behsa astengiyên ku di sala perwerdeyê de derbas bûne kir û got: “Ruxmî topbarana rojane û şert û mercên koçberiyê, lê dîsa xwendekar û mamoste di perwerdeyê de bi israr bûn.”

Endama rêveber a Dibistana Şehîd Şiyar a bajarokê Babinisê Robar Hemze jî got: “Pêwîste civakeke zana bi rêya amadekirin û perwerdekirina nifşeke têgihiştî bê avakirin ku dikare xwe, çanda xwe û zimanê dayîkê biparêze. Pêwîstiya me bi parastina ziman û nasnameya xwe ji qirkirinê heye.”

Xwendekara Dibistana Şehîd Şiyar a bi navê Sewsen Xelîl wiha kêfxweşiya xwe anî ziman: “Pileya min zorbaş e. Ev berhema xwendina salekê ye. Ez Desteya Perwerdeyê spas dikim ku li gel şert û mercên koçberiyê û topbarana rojane derfetên perwerdeyê ji me re peyda kirin.”

Sewsen bang li xwendekaran kir ku fêrî zimanê dayîkê bibin ji ber ku ew hêviya avakirina civakeke azad û demokratîk e û divê zimanê dayîkê ji qirkirinê biparêzin.

Xwendekarê bi navê Henan Yûsif jî got: “Bi fêrbûna zimanê dayîkê em hebûn û nasnameya xwe diparêzin. Bi taybet di vê pêvajoyê de ku dagirkerî hewl dide bi hemû rêbazan me tune bike.”

Hejmara xwendekarên herêma Efrînê yên ji ser sê qonaxên seretayî, navîn û amadehî 14 hezar e.

(şx)

ANHA